A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Ziman
396 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Ziman

Gelî kurdên bîrewer keç û xortên xwendewar
Ev zimanê mey şêrîn xuyaye tê ber bi xwar
Gelek şerm û fehête zimanê bav û kala
Em îro va dibînin ji hev dibî tar û mar
Gelek peyvên biyanî yên Firs û Tirk û Tazî
Cih girtine di navê têde bûn wek bizmar
Mane û hebûna me zar û zimanê meye
Ku ew herin namînin ji mer tu kok û bintar
Her wekî Laz û Qecer ku zimanê xwe berdan
Ew ro bi ro winda bûn tev mane bê cih û war
Ji hev ketin ji wan re nema tu erd û ezman
Ji cîhanê beta bûn di bin çengê koledar
Em tevde xweş dizanin ku dewleta Osmanlî
Xwedî text û seltenet bi leşker û payedar
Kir bin lep û zefta xwe miletê Rom î Ereb
Heya bi Hind û Maçîn Sirp û Yûnan û Bilxar
Belê evan miletan ji bîr nekir tucarî
Dîrok û tor û ziman filiklorê xwey kevnar
Her dem li dardixistin bi awaz û sazê xwe
Dîlan û reqs û govend sersal û cejna komar
Bi ziman û tora xwe xwe deranîn bi xurtî
Ketin warê jiyanî ji nav pencên setemkar
Milet bi zimanê xwe pêktînî hebûna xwe
Di nav gelê cîhanê navê wî tête hejmar
Lê digel ziman divê xwendin û hem zanebûn
Bi kawikî nezanî nabe xwedî tac û dar
Wek Tîrêj ku dibêje evî cawê xwey giran
Sivik mekin tucarî bi germî werne bazar
Helbestên din ên Helbestvanî/ê