A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Yadîgar
215 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Yadîgar

Der şehneşînê dîlberê
Min dît bi nîşan û bi tac

Min dil ji hêla pencerê
Da destê yadîgar û bac

Gava ku min dil daye dest
Can maye dîl û jar û mest

Perwane reng, agir perest
Gerden li dor şibak û pac

Ew pace bû kaba dila
Pir sofî û şeyx û mela

Êhram vebestin ser mila
Kaba dilan wan kirne maç

Pir têne kabê bê jimar
Hinek peya û hin siwar

Hin jê bi geşt hin kar û bar
Hin jî li ser baskên mîrac

Têne tewafê jin û mêr
Beladikin pir zîv û zêr

Lê vedigerin tûjtir ji kêr
Bê bext û dexsok û gelac

Bes min tenê di say û sefa
Dîbû gelek, cewr û ceva

Hê li min dixwî fort gefa
Yar wek setemkara Hecac

Cana bi azer û bi kîn
Avêtime çola evîn

Hiştim li ser xaka zemîn
Nêv toz û dûman û icac

Ew leşkerê derd û xema
Tev têne dil bi gurz û rima

Carek ne got: Yarê çima
Dil maye bend û bê melac

îro şahê Berzan e ew
Bi tac û sera û eywan e ew

Dil bir ji min bawan e ew
Can û ceger min dan xerac

Manende Kawayê mezin
îro bi çakûçê hesin

Dil perçe û par kir ji min
Ez wek Dehaq mam bê îlac

Wê nazika bi toq û benî
Awir li min da û kenî

Cerg û hinavêm hilçinî
Can û dilê Tîrêj quranc
Helbestên din ên Helbestvanî/ê