A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Xwezî Timî Bihar Ba
287 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Xwezî Timî Bihar Ba

Gulê rabe bihar e, biçin geşt û seyranê
Vîngeha dost û yar e, li çiyayê Kurdistanê

Fistankî taze heftreng, bi xemla zer Mîtanî
Li xwek ji cawê Erjeng,didrûn bi neqşê Manî

Bi ser zilfan de berde, hibriya hevremêşî
Kofyê li ser girêde, bi gulabend û rêşî

Li hev bipêçne zendan, herin deşta Rewanê
Em herne şehr û gundan, bajarê Mûş û wanê

Ji xwe carek binêrin, li mêrg û dehl û baxan
Mîh û berx tev diçêrin, gul bişkivîn di şaxan

Li rûbar û zinara, sura bayê siba tê
Direqsin gulyê dara, bi govend û sema tê

Dengê quling û qazan, xweş tên li jorê banî
Bilbil didin awazan, xumxum in cok û kanî

Wekî Tîrêj dibêje, xwezî timî bihar ba
Nemana ev kul û xem, umir tim çarde sal ba
Şîrove
Ayhan Urmiye
23-03-2020, 11:30:15
Wekî seydayê tîrêj dibêje
Bihar ku destpêka salê ye her tişt ji nû ve çê dibe her der xweşî ye kaînat tev geş dibin û jiyanek nû digirin ,wî jiyana mirov jî biharê teşbîh kiriye dibêje xwezî mirov jî tim mînak biharê ba ciwan û kêmtemen û dûr ji her xirabî û êş û dişwariyan .

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê