A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Xwe Nespêrin Neyara
180 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Xwe Nespêrin Neyara

Ev tevger û xebat û siyaset û guhertin
Di dunyayê de îro divê em jê nemînin
Ew qada çol û beyar bûye şûva du gîsin
Bela em tev li kar bin tovê xwe têd biçînin
Divê paqij be ew tov ji zîwan û xurêlê
Da em berê cotê xwe bikarin jê hilînin
Gelê bindest sersar teva serê xwe hilda
Serxwebûnê dixwazim wekî me dilbirînin
Eger em dest nebin xwe para me ye paşketin
Gelek dijware dijmin tu rûpela naxwînin
Bese em ha j xwe kin bes, xwe nespêrin neyara
Dek û dolaba her dem li serê med gerînin
Geh bi fen û bi xapan geh bi rîp û dewrana
Pişk û para me her gav ji destê med revînin
Binçengin lê ji hev re hemî piling û şêrin
Bi vî awayî dijmin ji hev me radqetînin
Tuxmê kewin ji hev re ribatê ser şikêra
Cengê ji hev dixwazin tim li hevdû bi kînin
Kurd em sî û pênc melyon dijîn li rojhilatê
Ji çar alî ve her yek serîkî j`xwe dikşînin
Birîn kûre lê derman yekîtiya me kurda
Birîn tucar nayê hev ku em derman neyînin
Binê dîwarê Berlîn Alman pê bû du preçe
Wa îro ew bi xurtî ji bin ve dadixînin
Ezerbêcan ji mêj ve ew jî bibû du perçe
Ewa rabûne ser xwe wî sînorî hiltînin
Sozmana Saykis Bîko li Kurdistan çend sînor
Danîn divê em rakin xwe j` bin destan derînin
Ev dem û dewra zêrîn bi ser me re derbas be
Di nav toz û dûmanê dîsa emê bimînin
Kerwanê dem bi rê ket eger ne pêre bin em
Belengaz û perîşan li şûnwara bimînin
Eger bi dilpaqijî destê xwe em bidin hev
Di meydanê de hêzê dijmin emê bişkînin
Pismamê qehremanên Aşûkan û abtîkan
Xan Dimdimê çengzêrîn paşayê Fareqînin
Can fidayê Sasûnê şêrê Zozan û Serhed
Ma ne şerm û fihête îro di vî zemanî
Bê al û text û serek ku em qîma xwe tînin
Ey Tîrêjo êdî bes kezeb li xwe te reş kir
Yan dewletek serbixwe yan qir bibin nemînin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê