A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Xirqe û Bendik
273 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Xirqe û Bendik

Sehergeh ez ji xwe rabûm sira bayê siba xweş tê
Bi wê xemla hevirmêşî mi dî gewrê ji laleş tê
Di dest de çembilê şerbik ji ava zemzemê têda
Di destê dî guroşka şêx qet û paçik di ber piştê
Bilez ez çûm li ser çogan tewafa gerden û lêva
Mi dest avêtibû şerbik ji dêvla wê rahiştê
Mi zanî şox û şenga min glelek westa û têlaye
Ji çûn û hatina laleş ji seyran û ger û geşte
Mi gotê ser ser û çavan tu hatî rojperesta min
Firişta kaniya berzex kevoka baxê buhiştê
Ku salik dî emê herne meqamê hezretê zerdeşt
Li şehrê qermiya gewrê li yezdê û li serdeştê
Kitêba zendewista ku bibînin da bixwînin em
Emê gelwa ji ezber kin ji bendê mishefa reş tê
Berî da min bi kerb û kîn çi awir wê li min dabû
Ji wan ewrên reş û tarî birosk û birq û ateş tê
Dil û cerg û hinavê min bi yek carî ji hev xistin
Ji mir got ney wefadarî mirîdê şêxê ermiştê
Sîwak û teyles û tizbî di ola med heramin tev
Vege ola xwe ya kevnar ewa kawa û guhreş tê
Bi van peyvên xwe yî şêrîn dixwazî min bixapînî
Bi taûs û bi şêx romî evîna min tu neghiştê
Ji min bawer be tîrêjo tu naghêjî tu daxwazan
Bi wê pûta Anahîta li zaxos raserî deştî
Bi Yezdan û bi Ehrîman bi wî kalê veşirî lo
Bi wan marên şikefta reş ku razane li ser piştê
Heya ku xirqe û bendik nedî bejn û bala xwe
Tu naghêjî tu armancan gelek şaşe tu bê hiş tê
Ewê gavê helesta bûm mi dest avête ser sîngê
çi bêjî min qebûl kir tev bi soz ringa xwedê hiştê
Li cî min qetik û bendik li gerden xwe girêdabû
Digel xirqê reş û pêsîr li bejna min çiqa xweş tê
Li min negrin gelî xwenda dibêjim lê venapêjim
Ji nîgaşan xeberdar im çi ku bextê mi tim reş tê
Di qanûna evînê de me dildaran guneh nîne
Ji ber ku derdekî zor e ji nîva agirê geş tê
Di govenda evîndaran peyê dîlan û reqsê me
Belê kêfa min hê xweştir li ber tembûr û cembeş tê.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê