A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Xemla Qedîf
194 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Xemla Qedîf

Dilber carek were ezê
Deryê dilê xwe ji ter vekim
Ruh û rewan mal û rez
Ted roniya çavê xwe kim

çavê mi paytextê tebî
Can û ceger nextê tebî
Newroz dem û wextê tebî
Kawa bi pêwanê tekim

Cemşîd di gel taca xwe bî
Cama ji ferfûr pêre bî
Mîdyayê dîwanê tebî
Xesro bi ber devkê tekim

Keyxsrewê mîdî bi him
Rustem bi gurz û şûr û rim
Guhdrez bi şal û şap û kum
Serleşker û hêzê tekim

Ger ku nefertîta berê
îro ji ihrama derê
Belqîs ji textê kewserê
Tevda bi ferwarê tekim

Zenûbiya nebtî bi fir
Tenha ji tedmir bête vir
Taca ji elmas û bi dur
Ber bazinê destê tekim

Xanim li şi`ra kesrewan
Xemla qedîf û ercewan
Rûnê li textê nexçewan
Baqrof bi qurbana tekim

şehzadeya rind û şepal
Gerden dirêj û çav xezal
Fikr û xeyala min li bal
Bê wê bi gerdûnê çikim

Cîhan xweşe ew têde bî
Her dem li ser dewra xwe bî
Yê ku nevê bi derdê mi bî
Tîrêj bi kolayê tekim.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê