A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Xaza Xerdela
194 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Xaza Xerdela

Kurd ji meydanê tucarî piştê nadî nareve
Neditirse ew ji kêmaw û xaza xerdela

Dijmin qet wî naşkînî ew bi qûtqûtê tucar
Ne bi tang û top û balafir û toza qumbela

Bûye `adet jêre her dem kuştin û talan û ceng
Deşt û zozan têne xemlandin bi xwîna şêrgela

Kurdistan qet nabe ya we ey sitemkarên îraq
Mexelê şêr û pilinga nabe warê çeqela

Ceng û şer herdem li dunyayê hene wê tim hebin
Lê kesî wek we nekir di tu rijêm û komela

We li kurdistana rengîn sê hezar bajar û gund
Tev kirin kavil û wêran bi tirêks û dîzela

Navê kurdistan dixwînin ferşik û hîmê welat
Tîpê sansekirît û mîxîne, ne xêzên rûpela

Cenga Eyran neh sed û pêncî hezar xortên `Ereb
We li ser kir bê sebeb tev bûne şîva qertela

Hûn binêrin li pirêza xwe gunehkarên welat
We ji wan xort û şepalan li Iraq kirye xela

Ev hemî tiştê we kir êdî bi wer naçî serî
Ew ruhê şêrîn ne dûr wê l we bibe qîr û bela

Ey `Iraqa bextereş şensê te qey her dem eve
Tu di nîva rojhilatê tim cihê derd û kula

Tu di dewra Ebdullah kurê Ziyad goleke xwîn
Mêrkujê Mîrza Huseynî pakrewanê Kerbela

Ji heyamê wî sitemkarê Hucacê Seqefî
Te nedî rojeke xweş her dem bi axîn û bela

Dewra Teymûrling û Holako gunehkarên cîhan
şehrê Bexda bûye kavil ji êrîşa Mexula

Ku ji wî çaxî li ser te gumgum û bahoze tim
Xanim û xatûn ketin şûna gemar û gendela

Ew heyam û dem li te bûne hemî jana zirav
Lê belê xeşma evan îro xwe berda ser dila

Ereb û kurd tevde rabin dest bidin hev merdino
Ma nebes êdî xwe azad kin ji dest van çepela

Evî kabûsê giran rakin ji ser xwe zor bi zor
Desthilanîn fereca xêrê ye neb dû`ê mela

Bi sîwak û nifira kes naşikînî dijminan
ço ji ço tim vedgere lê ne bi lahewlewela

Her wekî Tîrêj dibêje şer ku hat piştê nedê
Dest bide darê tifinga paşê bêje ya ella..
Helbestên din ên Helbestvanî/ê