A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Xama Qederê
192 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Xama Qederê

Ey can lêvên di hevûdû em bidoşin
Der lêvên şeker ava heyatê em binoşin
Emrê me di gerdûnê de çend salin bi hejmar
Ev jîna ku em têdene erzan ne firoşin

Ev jîna ku tê dene tev xwen û xeyal e
Sermayê evîndaran tenê cam û peyal e
Der çola evînê em li rewrewkê siwarên
Ber pêlên di ba bê gem û hefsar em li qoşin

çogên me di ser nayên di lîskê timî çik tên
çawa hildidin nayên du mêr tim ger û bik tên
Goga me bo çoganê me qet nagihê ser şek
Berkên me di nerdê û di şetrencê de boşin

Xama qederê ev bû li enya me nivîsî
Teşya felekê tayê kefen herdem dirêsî
Ber gora reş û tarî li benda me ye ey can
Daxwazê evînê ew ne yê zot û qurûşin

Qîma xwe emê bînin bi meyra şernivistî
Nîska ber kelî çandî bi kurtêlên şikestî
Maldar hewceyê malê dinê gerş û gemarin
Têr nabin ji dinyayê wekî berxê li kûşin

Qurtek ji meya den li derê meyxan û kunca
Nadim bi dur û cewher bi elmas û bi genca
Ka gencên di qarûn û suleyman û sikender
Ew dan hevê dînar û dirav paleyê pûşin

Me`d vê em li ser şopa siyamend û xecê bin
şînwarê evînê li riya zîn û memê bin
Wek wana ez û tu bikevin rûpelê tarîx
Bes tîrêj te çav û gav li ser kir tim nexoşin.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê