A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Xabûr û Zab
249 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Xabûr û Zab

Nazikê min dît ji bircê hate der, wek afîtab
Sed hezar tîr wê ji çavan dane dil, kir wek kebab

Rengê Rustem hate meydanê, bi şûr û gurz û rem
Dil ji ber tenha şikestî, wek şahê Efrasiyab

Ez li meydanê ketim bê hiş, li ser xakê zemîn
şehr û bajarê dil û can, mane wêran û xirab

Ez li wê çola evînê, mame bê hêvî û han
Ku ji dûr leylan û rewrewkê dibînim rengê ab

Ku Gelawêj û Sipehrî, derketin ji hêla reş
Wa nihan bûn ew ji bala, kadiz û ew mahîtab

Bax û bexçên dil hemî hişk bûn,gul û çîçek weşîn
Ew bihara kesk û şîn, lê bûye wek tîrmeh û ab

Mirxê dil ma mest û dîn, ku çû ji dest baxê gulan
Hêstirê çavan rewanin, her wekî Xabûr û Zab

Piştî ku têda dixwendin, bilbil û şalûr û mirx
Lê îro tê de dixwînin, bûm û kund û sed xurab

Ey perîzadê qe bes ke, qehr û vê azeriyê
Ma te dil pola ye, nadî min tu bersîv û cewab

Va ji ber nal û girî Tîrêj, bi xwe deng jê bilî
Hêstirê çavan ji wî re, bûne wek av û şerab
Helbestên din ên Helbestvanî/ê