A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Vegerin Welat
211 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Vegerin Welat

Vegerin Welat Vegerin Welat
Xortên xwendevan peyên dîmoqrat
Hemû bibin yek komel û civat
Vegerin Welat Vegerin Welat
Welat bandikî wa we dixwazî
Kêrî we nayê ger û tolazî
Porên sor xelek çîmên di tazî
Vegerin Welat Vegerin Welat
Milet we hiştî di dest neyara
Tên wan bi qamçî bi qute dara
Gêrê b` wan dikin wekî dewara
Vegerin Welat Vegerin Welat
Kanî mêrên qenc heyf û mixabin
Welat we berda bi destê dijmin
Mane perîşan keç û kal û jin
Vegerin Welat Vegerin Welat
Rêberên welat bîrwer û xwenda
Vala nehêlin bajar û gunda
Li hev nekêşin qayîş û benda
Vegerin Welat Vegerin Welat
çiqa bimînin hûn li devera
Li bircên belek li xan û sera
Welatê xelkê nabî ji wera
Vegerin Welat Vegerin Welat
Welat xweştire ji çîn û Maçîn
Amed xweştire ji şehrê Berlîn
Ji Siwêd çêtirin Wan û Fareqîn
Vegerin Welat Vegerin Welat
Heger bi rastî miletperestin
Ma li vegerê çima hûn sistin
Ev sûc û guneh ji me tê xwestin
Vegerin Welat Vegerin Welat
Bavên milên xwe tifing û sê rext
Li benda wene çiya û şikeft
Derxin ji welat dijminê bêbext
Tîrêj bandikî Vegerin Welat.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê