A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Tu Ji Tarîxê Bipirse
865 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Tu Ji Tarîxê Bipirse

Tu ji tarîxê bipirse ew dizane kîne em
Em ji pişta qehremanin keyxesrewê mîdî ne
Henber aşûr li babil paytextê dewletê
Destgîrê hemûrabî şahê kildanîne em
Em ji afet kurê nûh in pêş û salarê kelek
Em ji cûdî daketin xwar hinû ewripîne em
Nevyê rustem kurê zalê û guhderzin hemî
Dijminê efrasiyab paşiyê toranî ne em
Kurê kawa yê hesin kar serbilind û qehreman
Mêrkujê dehakê zalim miletê arî ne em
Nevyê koşanin qerpalê paytextê aşokan
Navbera dicle û ferat kurdê mîtanî ne em
Dewleta siltan selahedîn paytextê misr û şam
Leşkerê azadiyê şûnwarê eyyûbî ne em
Em ji meya fareqînin leşkerê bazê leheng
Canfidayê paytextê şahê merwanîne em
Ebdullê nehrî dema ku şêst hezar leşker civand
Kurdê zaxrosim bi xwe tev leşkerê nehrî ne em
Mîr Beder Xanê Cezîrî hakimê Birca Belek
Xwendekarê dewletê pêk ve sîpahê wîne em
Em ji amed bi xwe pêşmergê cenabê şêx Seîd
Li ararat leşkerê Ihsan kurê Nûrî em
Li şikak leşkerê Simko kurê cewher begin
Lê li Sordaşe peyê Mehmûdê Berzencî em
Leşkerê Seyid Riza em bûn li çiyayê dêrsimê
Qehremanê şêr Elî tev canfidayê wîne em
Xayinê rêber hevalê dijminê tirkê teres
Lê biroska devê artêşa di dest besê ne em
şoreşa Qadî Mihemed li Mehabad vêket
Leşker û pêşmergê pêşwayê mezin Qazî ne em
Jê bilî destê Riza xan ew şehinşahê ecem
Daye sê dara serê Qadî bi derdê wî ne em
şoreşa berzanî rakir li Kurdistana Iraq
Tev sîpah û leşker û pêşmergê Berzanîne em
Em bi dest rast û çepa va tên firotin dem bi dem
Tev firarê ser çiya ne girtî û xwînîne em
Ma gelo hov û teba ne em li ser xaka cîhan
Têne cenga me ji çar alî de bê hêvî ne em
Tim bi halan têne ser me tazî û tirk û ecem
Ew ji cê me derdixin ma qey bira bê cî ne em
Ey civata mileta dengê me çû çerxa felek
Hûn ne lal û ker û kêjin qey nizanin kîne em
Ey tîrêjê dil bi kovan bese dîwar bi guhin
Kî dixwînî û guh didî şi’rê te hê sofî ne em.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê