A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Textora Kul û Derda
208 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Textora Kul û Derda

Bayê sibehê perde ji ber dêman hilavêt
Wek rojê ji pişt ewran bi gerdûnê xuya bû
Gêr bûm ez li ser qadê nr derman û ne raçêt
Dil gav ji ten derket bi yarê re teba bû

Ten maye li wê navê perîşan û belengaz
Nêçîreke nîv kuştî di bin çeng û lepê baz
Hawar û fîxana min giha yara min gulnaz
Textora kul û derda ku dermanêm li ba bû

Hat ser min û zendê xwe li zendê min dipêça
Destûr Ling û pê tev da ne ber qeyd û kelemça
Gûr kir wê li min agirê bajarê helebçe
Razîme bi vê xeşmê li min ev heq rewa bû

Zendê min û zendê wê li gel hev bûne çengel
şabaş ji gulê re ku dibû hemdemê bilbil
Keyxesrewê mîdî wekû êrêş dayê daye babil
Aşûrî bi derkeftin kesek têde nama bû

Ew bax û rez û ew mêrg û naraz û gulîstan
Ew havîngeha bextûneser ew text û eywan
Keyxesrewê mîdî lê dibû paşa û siltan
Birca babilê ew ji mira koşk û sera bû

Mayînê ji dewra kevirî me xweş min dîtî
Ez bûm cengevanê dewleta hûrî û hîtî
Ez mam torevanê şewketa mîtan û sîtî
Bawer bike tîrêj ne yê va sal û dema bû.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê