A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Tevrabûna Felestîn
145 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Tevrabûna Felestîn

Selahedîn serî rake ji gorê
Ji mizgefta Emewya xweş binêre
Li çar goşê Felestîn bûye halan
Li dengê navtêdanê guh bidêre
Millet bi ço û kevra tête dijmin
Gişa sîng dane ber gula ji pêre
Ji Colan û Xeza heta bi Yafa
Li qadê xwîn dirêje şer bi gêre
Kurên Sehyûn welat tev kirne wêran
Kirin kavil çi mizgeft û çi dêre
Binê destarê cengê hatye danîn
Li yek hawî ser û laşan dihêre
Keçan tev şîn girêdane seraser
Kezî kirine diyarî,han jî vêre
Ewa Beytlqudis gazî dikî te
Xwe rapêçe ji bo mala xwedê re
Li şînbozê siwar be wek berê tu
Ku dengê te wekî qotîna şêre
Bi gurz û şûr û mertal dakevî şer
Tê meyadanê bihêlî ma ji kêre
Li meydana te dijmin qet xwe nagrî
Ji te tim dil bi tirse û newêr e
Esed rabe digel sîpah û leşker
Ji xakî şam bi berbanga sibê re
Bi gernasî tu îro dest hilînî
şeveq der tê di tarîka şevê re
Felestînê tu rêzgar ke ji dijmin
Bi destê xwe tu vê şermê veşêre
Bipêşkev ey tu serdar û tu pêşwa
Tucarî tu li qelsmêran menêre
Eve dunya hemî ked û xebat e
Cîhan warê piling û fîl û şêre
Giya ta ku bi xurtî hêz nedî xwe
Bi der nayê di bin hîmê çiyê re

Zevî b`cot û bi sê gîsna nebî şûv
Ku tov pê wernebî b`çax û demê re
Neyê avdan bi baran yan bi avê
Kurî nade di lat û sersedê re
Qezenc nadî tu tişt bê kar û tevger
Belê pêk tê bi xwêdana kedê re
Erê Husnî Mubarek dostê dijmin
Ala Sehyûn li Misrê fêrefêre
Bi kamdêvid vexweş hatye girêdan
Li Qudsê tu bi çavin pêl dinêre
Tu xweş bawer be ku xortê çemê Nîl
Nevyê kînane pir jîr û bi kêre
Belê çibkî mecal dijwar û tenge
Mixabin ew ji fedya ser li jêre
Ewê verşîne wan zincîr û qeydan
Bi sehwe wek pilingê ser zinêre
Wê rojek bê ku taca ser milê te
Bibî gog ew ji çogan û şegê re
Ala Sehyon ji ser banê serayê
Wê bê xwarê tevî xeml û sitêre
Ji bîr mek kuştina Sadatê bingor
Ku çerxa dem wekî gwîzan û kêre
Fehed şahê Hicaz dostê Emêrka
Emêrka dewlemend û xurt û têre
Tu betrola xwe dispêrê bi carek
Bi barê gemy û geştan zîv û zêre
Ewê nifta te tev wan zîv û zêra
Dikî çek û sîlah,dişînî jêre
Ku Israîl ji we qewxê dixwaze
Bi zîv û zêr û malê we çi mêre
Huseyn nakî hedan ling nake bin xwe
tu dinyê tev didî, paşa te xêre?!
Bi firoka li çar goşê cîhanê
Diçî û tê li jor û geh li jêre
Bi lavlava Qudis qet nabe azad
Ku ne`b hêz û huner be şûr jî pêr e

Felestînê tu nastînî bi xelkê
Bese êdî ji vî hawî bigêre
Seddam rûnê bela bavêjne ser te
Keç û qîzik bibên (sedamî zêre)
Bi şeş derbê li dîwanê her û wer
Bi çavan tim di çar hawêr binêre
Bi temtêlê tu xweş box û berane
Li Bexdayê serok û sekretêre
Ji dijmin re dikî kar û xebatê
Xelîc tev da Emêrka şet jî vêre
Ku hespa xwe te da dijmin diyarî
Serî berde bi hefsar û gemêre
Bi zengo ew li qirpûzê siware
Bi qoş têyê ku meydan maye jêre
Iraq tevde bi dest dijmin ve berda
çi mêrxas û `egîd û şoreşgêre
Bi melhêbê peyakî pir lebake
Li xerbî bêndera dijmin didêre
Di laşê miletê xwed bûye mekrob
Kwînêrek ser nixûm û bin bi gêre
Ereb tevde dizanin ku ne doste
Geraşe arvanê dijmin dihêre
Divê hûn xwe nexapînin tucarî
Qudis nayê di vê şop û riyê re
Li benda kêne hûn îro bi carek
We ser daye ji tamara xewê re
Divê îro Felestînê nehêlin
Ji şem`ûn û ji Ishaqê şamêr re
Dikim gazî bela deng bê guhê we
Bi xwe Tîrêj peyake b`şoreşê re.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê