A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Tava Xizêmê
369 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Tava Xizêmê

çawa ezê te`j bîr bikim ey çîçeka ber vî dilî
eşqa te har û dîn kirim derdên te dan ser vî kulî
bi soz û bawerya berê terka te nakim koçerê
b`cerda giran û leşkerê Zor Temir başayê Milî
nakim jibîr sebra dila çavên direş kanya kila
sîng meshefa şêx û mela ezber dikim vî rûpelî
pozê çilagî mermere tava xizêmê da sere
mîna dilopek `enbere xala li dêmê sorgulî
dêm k`ebeye xal ew bere dêm tore lê xal agire
xal pût û latê Azere xal Laleşê nîva gelî
ey olperestê dîl û jar xizmet nekî bi kar û bar
naghêje armancê tu car sofî bi dev nabî welî
xizmet nekî tu`b roj û şev bawer nekî bi dil û dev
fermo ji meydanê birev bê gazin û lewm û gilî
yê ku nebî yarek bedew çi fêm dikî j`dinya xwe ew
hovê çiyaye bê derew lê be hezar ax û xwelî
rûniştinek nêv dîlbera camek ji destê esmera
nadim bi melyonê pera nadim bi zêrê surmelî
nadim bi Bexda û Ferat nadim bi milkê Rojhilat
nadim bi zozan û xelat çimek ji neynûka tilî
ey xanima birc û seran ser deftera dêm gewheran
vê emr û fermana giran êdî ji ser Tîrêj hilî.

Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê