A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Siwarê Dînasor
195 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Siwarê Dînasor

Ta hebem ez li dinê terka te nakin bi xwedê
Sar kirî destê min îro te her kar û kedê
şev û rojan ez di tatûla te da me ey welat
Lê bi hêvî û lava naghêjim meqsedê
Haletê min her demê dişkê zevî maye beyar
Nêvçeye cotê mi latê naghînim ser sedê
Ketme ber çerx û zemanan ew heyamên kûr û dûr
Nîçîrvanê pez û kovî bûm ji dewra cemedê
Herdû qubbên jor û jêr berya ji hev bi ew cuda
Ez siwarê dînasor bûm li welatê serhedê
Qelzem li deryayê hind behra reş û sor û sipî
Hê ku yek bûn keleşî mi dikir li çola amedê
Agirêm gur bû li zaxros û ararat û metîn
Qehremanê textê kardox bûm li qafê kombedê
Lê çikim dewra min çû ez ketme bin destê neyar
Feleka malik xerab nadî min carek mededê
Ez belengaz û reben mame di vê dewra cîhan
Bê heval û hogirim wek sêwiyê bê bav û dê
Va bi xaza xerdela ez tême sotim bê sebeb
Kes li min naoirsî carek bûme wek guriyê qedê
Lê bizan firset ji zêre her demê nayête dest
Gog dema bê ber bi kaşo lêxe qet yevşê nedê
Tazî û eyran û tirk xêra welatê min dixwn
Bê welat tê çibki tîrêj can bi comerdî bidê.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê