A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şira Melê Kurd
196 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şira Melê Kurd

Tîrêjo tu tîrêjek ji roja vî welatî
Her dem bi xebat
Dildar û evîndarî li pê roja featlî
Dil nîne tebatî
şûn mayê cegerxwînî tu vedixwînî dinalî
Vî alî û wî alî
Dil sade evîn e şev û rojan her bi karî
Wek hacî û nacî
Seydayê berêz xortên welat van e li karin
Manende hejar in
Ristên te yî şêrîn bi xwe ew pêtê welatin
Ser rêka xebatê
Tîpê go ji qendîlê welat daket û hat
Mizgîna felatim
Helbestî hilo ew bi xwe ermûşê herînin
Yan şerbet û şîrin
Lê gava dibarin ser neyar wek ber û tîrin
Hingî bi tesîrin
Tîrêj ne bêjem ne jî ustaz û ne rêber
Lê dil bûye perwer
Feryade ji bo roja welat ew kengî bê der
Ta ku biçî pêş der
Pêşmergê çiya vane ketin nav ber û nav lat
Xweş hatiye şapat
Mizgîne li henber bû li zaxros û ararat
Va roja felat hat.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê