A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Sîpan û Perwîn (Destan)
1072 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Sîpan û Perwîn (Destan)

Rojek ji rojên buhara rengîn
Ez diçûme ser çiyayê metîn
çiyakî bilind hemî ber û dar
Li jorê çiyê gelî û zinar
Li dev newalan hemî bax û rez
Li binya çiyê hemî êl û pez
Bi nermî sura bayê siba tê
Dengê orîna hov û teba tê
şalûr û bilbil bi qîr û hawar
Xumxuma ava ji kanî ne sar
Civîk û tîtî mirxê baz belek
Seyranê dikin bi ref û bi tek
Di nîva gula ser giyayê şîn
Xwe vedgevêzin bi şadî û jîn
Ji nêv wa denga ji gelîkî kûr
Bakurî çiyê ji cihekî kûr
Dengek hate min nalînek şewat
Can û ceger û dilê min dipat
Rabûme ser xwe zû û ne dereng
Berê xwe mi da gelyê kûr û teng
Daketim xwarê berê mi`l gelî
Tev teht û kelem bê ax û xwelî
Berê min kete şikeftek mezin
Mi dî di şikeftê kalek û di jin
Kalo pal daye li ser xakî ser
Bê merş û kulav reben ew hejar
Kum û kolos di bin serê wî
Kîs û qalûnek li pêş berê wî
Serî weke kak riha wî sipî
Kincine xilmet kiras û derpî
Berê xwe daye hêla vî alî
Kalê heftê sal ji kûr dinalî
Pîrek rûniştî jinek xwedî şan
Yeke navûser temtêlek giran
Fala qenciyê li rû xuya bû
Malbatek mezin keça keya bû
Ya dî qîzeke xweşik dev li ken
Gelekî bi rewî dev û lêv û çen
Bejneke zirav çavin reş belek
Dêmên sorgulî porên reş xelek
Kêmasî nebû li bejn û balê
Ebrû kevanê Rustemê zalê
Pîrê rûniştî teşyê dirêsî
Lê keç pî nakî zer dihêvêsî
Lê pa çi bêjim heyf û mexabin
Yên ku wisa qenc ev halê wan bin
Di orta wan de agirkî qurma
Xwe lê dane hev hemû ji serma
Dawya şikeftê kulînek bê kêr
Beroş û zerik cerek av û kêr
Hemî bê ma`d û bê çehr û bê reng
Bi ax û keser ne peyv û ne deng
Mi xweş dizanî ji tevgera wan
Işek pir giran hatî serê wan
Mi got malîno siba we bi xêr
Kalo helestî piya we bi xêr
Got gelkî bi xêr mêvanê delal
Li ser çavê min heya vir ji mal
Keç rabû ser xwe cilek dadixist
Ji ser kulînê li bin mi raxist
Rengê wan vebû bi hatina min
Kîsê tûtinê kalo dida min
çixarakê vewx mêvanê ezîz
Ji tûtina welat ya pak û temîz
çixarak pêça mi`j tûtina zer
Min kîsê kalo dîsa danî ber
Min gote kalo çidkin hûn li vir
Bi tenê hûn bê heval û hogir
Malê dinyayê ku tev yê te bî
Bihişt ne xweşe ku kes tê nebî
Hûn ne koçerin bê berx û bê pez
Di vî gelî de ne bax û ne rez

Ma çawa we heye sebr û saman
Ne çûn û hatin ne şopa kesan
Kalo zîvirî berê xwe da min
Kserek veda got ey kurê min
Kalê hember te navê min bengîn
Pîra min ev keç jî perwîn
Kurê min sîpan pir xortekî jîr
Berî ku tu bê ew çûye nêçîr
Hatî serê me ecêbek wisa
Xwdê neynî serê tu kesa
Mala min berê li gundê ziving
Gundê çeto bû axa-kî bi deng
Merivkî zalim pir bi heyt û hût
Wî axî hesin bi sarî dicût
Topraxek mezin milk û malê wî
Ji kevin cihê bav û kalê wî
Halê min xweş bû wek mîr û bega
Bi hesp û bi pez bi du cotê ga
Perê min pir bûn zêr û mecîdî
Motacî min bûn axa û gundî
çawa çêbiba mi lê ned pirsî
Ez bi rûmet bûm li cem her kesî
Tu xweş dizanî mêvanê delal
Pir bi rûmetin xwedî zêr û mal
Kurê min sîpan navmalyê axê
Xwedî qîmet bû li gund û taxê
Pir xweş bû bira hal û wextê min
Gunî bawer bûn tev bi bextê min
Lê ma ez çipkim felek rûreş
Li min tarî kir rojê minî xweş
Xortin bê xelat ketin bin sîpan
Cangîr û Gênco Silo û Ciwan
çi bêjim ku min serê te êşand
Kurê min Sîpan Perwînê revand
Ku nîvê şevê hayê mi bû ji wan
Ez û pîra xwe ji gund direvyan

Li şûn xwe me hişt ew milk û ew mal
Ew cot û cobar ew terş û helal
Berê xwe me da gundê qeraxê
Em ne hewandin ji tirsa axê
Li wê topraxê em mane winda
Sitar ne ket me li guhê gunda
Ji bê neçarî ji wî gundê dûr
Em hatin ketin evî gelê kûr
Perwîn û Sîpan çûn gundê meto
Ew nehewandin ji tirsa çeto
çetoyê zalim bê dîn û îman
Fermanek derxist ji bona Sîpan
Yê bihewînî Perwîn û Sîpan
Erza wî beglik mala wî talan
Li wan rê û der lev dibûn winda
Sitar neket wan li şehr û gunda
Li paşê xwedê qenciya ku da me
Perwîn û Sîpan ew jî gihan me
Malê minî pir ew cot û ew pez
Ew erd û zevî ew dehl û ew rez
Axê talan kir ew dewlet û ew mal
Ew ceh û genim nok û nîsk û çal
Paşê şewtand beşt û darê me
Tev kavil hiştin cih û warê me
Tiştê ku hatî serê me bira
Xwedê neynî serê gawira
Ma me çi kirbû xwedê wisa kir
Ev axê zalim li ser me rakir
Em ketin devê pîs û nezana
Em dibûn çîrok li ser zimana
Xwedêyo hewar êdî ma ne bes
Zilm û setema axayên teres
Ma heya kengî emê wisa bin
Ewê tim axa emê tim kola bin
Mirin xweştire ji jîna kirêt
Hêtira di çavê kalo re avêt

Kalo lerizî ne ku ji tirsa
Ji kul û derda ji qehr û hêsra
Mi hinkî dida li ber dilê wî
Ta bihna kalo dihate ber wî
Mi got dê bêjm kalo guh bidê
Ne sûcê axa ne jî yê xwedî
Tev sûcê me ye na sûcê wanin
Em tev kawikin em tev nezanin
Axa me kirin Axa li ser xwe
Gazna me ji meye wana me`d ber xwe
Sûnda me bû tim tirba şêxê kal
Bi serê axa tekiya pîr kemal
Me`d got qey ci bê şêx yê ber fireh
Alîk bihişte hêla dî guneh
Me digot qey axa ewin mekemût
Me bwer dikir mela çi digot
Dijminê mi bûn gelek ji wan
Lê bi rûmet bûn li cem nezana
Bi vê nezaniyê em mane bê war
Mehmû belengaz genda û hejar
Eger em kurd biban tev yek
Ne axa diman ne jî sêx û beg
Me guh nedaba meleyê `d nezan
Em îro ne dman feqîr û xizan
Wekî alemê me jî bixwenda
Kes nedma nezan li şehr û gunda
Ne diçûn li ber ba wek per û kayê
Em îro ne `diman kîmî dinyayê
Bi şêx û mela bawer nabana
Ne`d ketin îro warê nezana
Ev şêx û mela axê vê welatê
Memî ketne bin çengê dewletê
Nayê bîra wan ew qedr û qîmet
Tev bi nan û xwê hemî bê xîret
Hene ji wana gelek bênamûs
Li ser me bûne muxbur û casûs

Bi vê nezaniyê bi vê riya şaş
Gerwanê jînê em hiştin li paş
Gerwanê demê giha meqsedê
Em kurd tenê man ji kar û kedê
Gelên cîhanê gihan sitêra
Em tenê mane kurdê ji kêra
Ji hişê mey kêm ev tê serê me
Jarî xizanî li ber derê me
Ta ku wisa bin halê me ev bî
Li ser serê me tim tarî û şev bî
Ta ku bawir bi şêx û bega
Tucar goga xwe em nabin şega
Me çûganê xwe daye dest wana
Gazna me ji meye kalê zemana
Ger nedin pey wan kalê `b tembelî
Emê goga xwe bighînin serî
Ger dest bidin hev karker û xwenda
Cê wan namînî di nava kurda
Belê em çipkin ji bê yekîtî
Ew mane şipya em mane ketî
Em pezin îro ew bûne şivan
Ew bûne armanc ew tîr û kevan
Ew me bir bi bir dispêrin gura
Bê çaregihan li her devera
Bi vê nezaniyê aqlê mey sitûr
Riya me bûye bero kaş û dûr
Bi van gotina peyvê mey şewat
Kêfa kalê me gelekî dihat
Guhdar bûn li min kalo û zerî
Ji nişka me dî sîpan ket derî
Laşekî kovî li ser milî wî
Rextê fîşekan li ser dilê wî
çaxê ku ez dîm berê xwe da min
Gelek şa dibû bi hatina min
Hat û rûniştî ew jî di gel me
Go dayê zû çêk firavîna me

Rabûne ser xwe zerê û perwîn
Kalaxê kovî li ber xwe danîn
Wê vêga herd wa ew laş qelaştin
Ji herdû hêta hinek biraştin
Li sêlê xistin çend nanê tîrê
Firavîn danî li ber me pîrê
Ez û kalo tev zerî û sîpan
Her yek ji alî xwe diketin ser nan
Piştî me nan xwar bergeş hilanî
çeydanek çayê li ber me danî
Di sê peyalê çaya enberî
Me xweş vedxwarin li ber agirî
Sîpan radibû xortê dilawer
Bi destê mi girt em derketin der
Mane l` şikeftê kalo û zerî
Rûniştin li bin dêleke tirî
Hîmek li wir bû sîpan xwe da pal
Paşê gote min hevalê delal
Ez bê neşerme go yek bipirsî
çi ku adete li cem her kesî
Em hev binasin herdû wek bira
Kulê dilê xwe bikin eşkera
Lê ez bawerim xortê dilovan
Kula min û te yeke bê guman
Go te nas bikim navê bibêj
Mi got ez benî navê mi tîrêj
Dema ku sîpan navê mi zanî
Ew rabû ser xwe bi şademanî
Ez bi gumanim seydayê delal
Ji te`r gotiye bavê minî kal
Perwînê ji gund ciwan me anî
Lê bi her tiştî ew hê nizanî
Ya me û çeto ji ser heya bin
Ezê bibêjim tu guh bide min
çend salê berê me xortê taxê
Biratiyek çêkirbû li wê topraxê

Ev tev bûne yek xortê wan gunda
Karker û cotkar pale û xwenda
Daxwaza me bû pîskirna axê
Da azad bikin ewê topraxê
Rabûne ser xwe me xortekî jîr
Ji xwe`r gir serek bi şêwr û tevdîr
Ji ber ku partî nabî bê wilo
Serekê xorta bi navê silo
Koma me bû yek bi roj û bi şev
Em û axê sor ketin pêxa hev
Rojek nedima bê serşikandin
Rojek nedma bê xwîn rijandin
Axa dî bi wan peyvên kurtêl xur
Zora me nabin bi lêdan û bi şûr
Bi wan çend peyvên bê kêr li dorê
Me nastirînin b` kotek û zorê
Ku dî em yekin çi xort û gundî
Rabû hate me bi rengekî dî
Rojek ji roja dişande pey min
Keno girî bû go ey kurê min
Tu xweş dizanî ez kurdûndeme
Bê êl û eşîr bi tena xwe me
Ev çol û beyar ev erd û zevî
Ev bax û dibistan ev rez û devî
Tev milkê minin li vê deverê
Zêr û perê min nayên defterê
Partiyek çêkirne hinek patexur
Ev gundî li min kirne wek agir
Divê ku buxun ji min eşkera
Vî mal û milkî van zêr û pera
Ez te nas dikim kurkî delalî
Wer pispêrim te vî milk û malî
Ezê te bixim nav zêr û derav
Mi go xemnake axayê zirav
Mi gotê yefşê nide birazî
Wê diya tebe wekî dixwazî

Mi `b gotina xwe kêfa xwe anî
Ji cem mi rabû bi şademanî
Daxwaza axê mi xweş dizanî
Me ji ber hev bixin bi nagehanî
Wê gavê rabû mi xort yeka yek
Hemû civandin bûne wek xelek
Em tiv dibûn kom heval û hogir
Mi ta ji wanre bi derziyê vekir
Mi şêwra tevda xortên di taxê
Ez bûm navmalî berdevkê axê
Ma bi destê min girtin û berdan
Ji nav gund hilat ew şer û lêdan
Dema axê dîn ku min xweda pişt
Li ser vê yekê xurpo rûnenişt
Karê xweyî pîs dîsa deranî
Wî şer wek berê li nav gund danî
Wê bi çav sorî li gund dinêrî
çend hox û zevî ji hinka birî
Axê qirêj û pîs û sitemakr
Peyê xwe dan hev rahiştî qute dar
Ya me û axê bi gotina kurt
Gora sipî yê marê reş û qut
Gotina pêşiya reh dibe biost
Tu xweş dizane dijmin nabe dost
Da em ha ji xwe kin şaş nebin tucar
Ku pê jehr nabin tucar koremar
Gundî û malî tevde ketin hev
Xortê me tevda dîsa xwe dan hev
Nav gund û maliya dibû kure pist
Axê hîlebaz melê xwe daxist
Melakî kone diwazde ilme
Ser bi keyles û şaşik û turme
Cibê wî fireh bi dest wî payston
Yekî ebû qat wekî eflaton
Riha wî sipî kake wek herî
Mû li zimanê mele nagerî

Mele radibû wê gav û wextê
Gindî civandin li ber mizgeftê
Rabû hilkişya çû ser menberê
Gotarek dixwend ji ilmê berê
Alê zivingê gudê li dorê
Tu îş nameşe b` kotek û zorê
Hûn tev dizanin gelî delala
Av axê meyi ji bav û kala
Hûn xweş dizanin axê `d vê wextê
Pir bi rûmetin li cem dewletê
Eger ku benda hûn lê bikêşin
Ji dest welatê hûnê bi -êşin
Ev topraxa ha milk û malê wî
Cihê pîr û bav û kalê wî
îro dixwazin vê mala mezin
Hûn tor xerabkin ji ser heya bin
Melê birayê me yê mislman
Li me herame bê şek û guman
Yê melê axê bi xwe yek parî
Gunehkî mezin li wî dibarî
Me û mirovan hemî mislman
Xwedê me nexe ber gunehê wan
Tev gunehkarin bê bext û bê dîn
Destê xwe hildin bibêjin amîn
Wê gavê rabûn Slo xortê baş
Berê xwe melê ser bi şaş
Go ey me melayê gundê zivingê
Axa tête me b` darê tifingê
Ti jî tête me bi navê agir
Me natirsînin ev derew û vir
Buhişt û dojeh milkê xwedane
Ne ku bi destê şêx û melane
Ol û behwerî gelek temîzin
We kirne alet hûn pê dilîzin
Derba we êdî nema cih digrî
çawa bavêjin li we vegerî

Hey Gelî mela hey şêx û seyda
Goştê we j` mebû hestiyê we j` xweda
Em va dibînin heyf û mexabin
Hûn li me bûne neyar û dijmin
Ma hûn nabînin halê van jara
Li van sêwiyê`d li ber dîwara
Carek napirsin hûn li gundiya
Li perîşana li van jindiya
îro tev mane bê cot û cobar
Tazî û birçî genda û hejar
Belê tu digrî li halê axê
Hayê te nîne ji gund û taxê
Ma qey wisa ye j` xewdê heq rewa
Hêstira dibarî ji çavên ziwa
Bi dev dibêjî guneh û nifir
Dibin cidê te bi xwe çermê gur
Bi hukmê tarîx bi dewra zeman
Ji we`r namînî em dem û dewran
Dargeha milet wê bête danîn
Destê xwe hilde mela bê amîn
Bela tu û axa hûn xweş bizanin
Em xort û gundî yek dil û canin
Da bikî axa çawa dibînî
çi `j ezmana bê wê erd hilînî
Ji îro pêve ne `d bextê hev de
Axayê çeto peyê wî tevde
Li ser vê yekê ji ber hev rabûn
Ji ber mizgeftê ji hev bela bûn
Li nav gundiya dibû gizegiz
Axa û peya bûn keleş û diz
Bi şev diketin kox û guhera
Dizî dikrin ji her devera
Dîsanê li gund dibû navtêdan
Nav xort û axê bû şer û lêdan
Li gund û taxê bû kurpîna reş
Xorta şikandin ew diz û keleş

Zora wan birin dil şewat
Kesê qenc ew bû ji malê nehat
Axa siwar bû çû gundê golê
Gilî wî dikir li qeraqolê
Axa li wê rê derewek dî dillîst
Gote ombaşî hinek komonîst
Rabûne ser xwe li van topraxan
Her şev digirtin li gund û taxan
Êdî ji ber wan nema dikin der
Hana me maye dewlet û leşker
Daye ombaşî pêçek benqenot
Onaşî rabû weke melkemot
çavê lê sor dibû her wekî xurme
Ban dikir leşker hinek cendirme
Rabin siwarên leşkerên cengê
Berê xwe bidin gundê zivingê
Hûn pîr û kala têxin bin dara
Heya sêwiyê li ber dîwara
Ji wê topraxê xorta bir - bi bir
Bi hev girêdin tevda bînin vir
Hukmê ataturk paşayê mezin
Neyê guhertin bi destê dijmin
Wêga siwar bûn leşkerê ser xoş
Rêdara zorker hukmê qeraqoş
Ketin hevdû gundî û malî
Lê belê xortan xwe dane alî
Ketin nav gund bi qançî û dar
Diçûne wana weke gurê har
Leşker civandin hinek kal û pîr
Sêwî û jin bî zarokêd bi şîr
Jar û belengaz xizan û birçî
Leşker hate wan bi dar û qamçî
Bê dilovanî siwarê cerdê
Li wan dan heya reş kete erdê
Bi êş û lêdan deng ji wan bilya
Qeşema dilê axê dihilya

Paşî cendirma ew kal û ew pîr
Bi hev girêdan bi qeyd û zincîr
Da bûne ber xwe tev birin gorê
Kirin zindanê li qeraqolê
Piştî leşker çû xortên serbilind
Ji her alî ve xwe berdane gund
Sibê rojhilat germ bûye meydan
Zivingê bûye weke hêlekan
Peyên di axê xortên mey çeleng
Hatine hevdû bi dar û tiving
Gundê zivingê bû wek şeva reş
Demek pir ne çû ew diz û keleş
Hemû şikestin ji ber partiya
Bû kêf û şahî li nav gundiya
Dîna xwe dayê perwîna çeleng
Demek pojinî bi hiş û ferheng
Dî go peya tev revîn ji meydan
Ne `j xêra wane ev şer û lêdan
Perwîna çeleng ew keça axê
Berê xwe daye xortên di taxê
Bi bext û bi soz bi sûnd û peyman
Perwînê kete şop û rêza wan
Nabin ku êdî ji hev cida bin
Yan tevde bimrin yan tevde rabin
Ji gund hilînin evê sitemê
Da xwe bighînin karwanê demê
Keç û xort bibin wek xuşk û bira
Xweşî têkeve hemî devera
Gundê zivingê bi mehrevanî
Bijîn di gel hev bi şademanî
Li gund nemîne şer û gizegiz
Nemînin pêxwas ne keleş û diz
Ji bo xebatê hemû bizanin
Xêra hevûdû tevda bixwazin
Bi vî awayî destê xwe dan hev
Teva kar kirin bi roj û bi şev

çi agirê germ xelk xwe didin ber
Ew nayê kilan nîvişk nayê ber
Hût û perwînê tev bûne yek dest
Weçaxê pişta axê sor şikest
Bi dilkî baqij ne bi êretî
Perwînê di bû keçek pêşketî
Perwîna çeto keça serbilind
Wê rê vekirbû ji bo gund
Keçan bi rengê xuh û biratî
Berî dan xortan tev bûne partî
Perwîn sereka xort û ciwana
Xebat wê dikir pêtir ji wana
çeto dema dî perwîn bi xurtî
Dest daye xortan dibûye partî
Har û dîn dibû radibû şipya
Bankire gorgîn serekê peya
Di vê ji niha heya di roj dî
Perwîn bê kuştin zû li vî erdî
Di vê bê kuştin bi destê zorê
Ev kul bi min re neçîte gorê
Rabûne ser xwe peyên di axê
Pelendar dibûn li gund û taxê
Xortan bihîstin ev şêwra giran
Gihiştîne hev ew ji her deran
Siwarê xwe danîn xortên ser bilind
Di vê perwînê nemîi li gund
Perwînê dibin cihkî ne pendî
Bela lê nebin gundî û zêndî
Bi şêwra xortan heval û bira
Perwîna çeleng me anî vira
Di vê wextê de li vir bin emê
Ka em binêrin li çax û demê
Ka em û axê çikin ji hevdû
çawa xelas bin em ji yek û dû
Nayête şoştin qet xûn bi xûnê
Ta yek li şûna êdî rûnenê

Ya me û axa eve ey heval
Bes min tu gêj kir fermo herin mal
Belê ji înê heya bi înê
Xortê me li vir dikin civînê
Ez hêvî-darim xortê dilovan
li nik îşev bimîne mêvan
ji ku îşev êvara înê
sibe li gel me bikî civînê
peyva tu bêjî jime`r şîrete
pêşya gotine şêwr sinete
min go xemnake sîpanê delal
ji wir te rabûn em hatine mal
em mijûl dibûn pêkve wê şebê
paşê em razan heyanî sibê
sibê rojhelat em rabûn ji xew
bi dengê bilbil bi qebqeba kew
bayê sibê tê xumxum ji ava
em man rûniştî heya delava
sê peyan me dîn wekî gurên har
ji jorê çiyê çawa têne xwar?
Em rabûn ser xwe hatin pêrgî wan
Comerd û cangîr xortê dî ciwan
Bi kêf û xweşî em şa dibûn tev
Em tevde hatin lep û rûyên hev
çi civînek xweş me kir wê wextê
Em tev rûniştin derî şikeftê
Sîpan em didan naskirin bi hev
Pirsa hev me kir mijûl dibûn tev
Sîpan dipirsî ji hersî peya
Gelo ma çi bû ji wan girtiya
Peya go eve halê me kurdan
Berî sê rojan nû hatin berdan
Me go çawane îsal dexl û dan
çi halê weye îro li gundan
Dexl û danê me pir qence îsal
Me tijî kirin ew kewar û çal

Mi go ma gundî tev diçine cot
Hox û erdê xwe îsal we ajot
Ma hêlî bajon axê sitemkar
Ew erd û zevî tev mane beyar
Dinya tev bûye bertîl û reşwet
Leşker nahêlî em bajon yek xet
Min go çawane hûn û kurtêlxwar
Go dîsa li me bûne wek agir
Li pişta wanin cendirmê golê
Nema dihêlin em herin çolê
Dewleta bê bext axê bê îman
Gund li me kirne hesar û zindan
Mi go xem neke tevde bibin yek
Hunê goga xwe wêga bibin şeg
Heya nekşînî tifingê şeş ber
Agir zor nedê gule nayê der
Nav we û axê xuyaye kûre
Dawya bertîla kine ne dûre
Piştî hûn mele bidin barkirin
Pişta axê xwe hûnê bibirin
Gorgîn bi gujin serekê peya
Xelas bikin jê mal û gundya
Gorgîn hat kuştin mele ku rabû
şer û gelacî ji gund cuda bû
Nema yek peye li gund dimînî
Ma kî ji nûve wê dest hilînî
Axa bibîne ku ew tenê ma
Ti dost û heval li wî nema
Wê ne `b camêrî darê xwe deyni
Ew şer û lêdan nema dimîne
şûvê xwe rakin disa wek berê
Zadê xwe hûnê bînin bênderê
Mixtiya bi çînin talik û şebeş
Hûnê ji bîr kin ewan demê reş
Dîsa wê bê we dengê berx û kar
Qûtîna şivan horhora cotkar

Keç herin avê bi şerbik û kûz
Li rê bistrên helbestên newroz
Dîsa wek berê lawkê xwe bêjin
Derdên dilê xwe ewê birêjin
Herin nav mixtiya seyran û geştê
Wê gund bibî wek baxê buhiştê
Zarok û keçik herin dibistan
Hîn bibin ji bo jîna kudistan
çi tiştê me go divê wisa bî
Wê nîrê sitem ji ser we rabî
Teva go eve rast û ya duruste
Emê pêk bînin bi gav û buhist
Emê wisa kin bi sûnda mezin
Wê gund bi te `v bê piştî sê roj din
Mi gote xortan piştî vê heştê
Ezê bême vir ber vê şikeftê
Hevdû bibînin dîsa li vî cî
Ev dîroka we ji bîr mi naçî
Firavîn dihat me tevda dixwar
Roja me daket çû ber bi êvar
Xatir ji hev xwestin em tevde rabûn
Ji ber şikeftê ji hev bela bûn
Piştî înekê ji roja heftê
Dîsa ez hatim ber wê şikeftê
Min hersî xort li hêla gelî
Digel perwînê keça bi gulî
Tev rûniştine li bin wê darê
Girtiye ser wan siya êvarê
Bengîn qalûnê vedxwî wek hero
Sîpan li hundir laşekî digro
Qirşa didî hev zera kevanî
Da şîvê çêkî bi şademanî
Me silav dikir li wana hema
Tev rabûn tu kes rûniştî ne ma
Em jî rûniştin li cem wan peya
Li me tê sura bayê gelya

Xêr hatin di min didan yeka yek
Heya perwînê keça çav belek
Pirsî min ji wan xortên ser bilind
çi b` were çêbû va rojan li gund
Go em sipasin tu xweş rêberî
çi tiştê te go me tev bir serî
Mele me tûran kuştî me gorgîn
Ew peyên mayî ji gund tev revîn
Axa dema dî bi tena xwe ma
Gorgîn hat kuştin peye kes nema
Melê ebûqat me ji gund deranî
çetoyê zalim darê xwe danî
şandî pey Silo xortê dilawer
Go li şûna min îro tu rêber
Erdê min tevdî ey xortê zana
Pişt û par bike li van cîrana
Eger me zilm kir li we çiqasî
Di heqê wede hinek kêmasî
Ez xweş dizanim kulê we kûrin
Ez hêvî dikim dimin bibûrin
Ezim gunehkar riya minî şaş
Mi azad bikin îro bi şabaş
Sed carî tifû li malê dinê
Li vê xebat û keda mi b` tenê
Silo tu zanî tu qenc dibîne
Ji perwîn pêve kesî mi nînne
Berî mirinkê dîsa wek berê
Perwîn bibînim ez li vê derê
Ez kurdûnde me bê kes im ji bin
Perwîna çeleng ew omîda min
Ev kar û keda minî çil salî
Ji kêr bihêlim vî milk û malî
Milkê minî pir van zêr û pera
Ezê bihêlim gelo ji kêra
Ma ezê çibkim bi mal û milka
Tim zêdî mine berê cotek ga

Dema ez bimrim bê kur û bê law
Wê besî min bin sêzde erîn caw
Ka kevin nedêrin dîsa wek hero
Tiştê berê çû em lawê îro
Silo em hersî şandin vê derê
Malê bibin gunda dîsa wek berê
Dîsa avakin kavilê bengîn
Bav û diya xwe bibînî perwîn
Piştî mele çû gorgîn jî me kuşt
Gund li me îro bûye wek buhişt
Em tevde rabûn çepik me kutan
Bi jîna welat xebata xortan
Ya dina rojê mi dî çend siwar
Ji sirtê mala bilez hatin xwar
Destkêşî wanin dewar û hêstir
Qor û qafê mal li wan me barkir
Em bi rê ketin bi koçe malî
şikeft û gelî hiştin me xalî
Qurpîna şeş ber dengê tifingê
Lîrlîr kete gundê zivingê
Pêrgî me hatin malî û gundî
Koça me danîn bi ser bilindî
Dema peya bûn li devê derî
Kalo û zerê didan ber girî
çawa wergerî ew dem û dewran
Zimanê kevin hate bîra wan
Hat ber çavê wan ew dewlet û mal
Ew cot û cobar ew kewar û çal
Bala xwe dane hêt û dîwara
Hatin axûrê pez û dewara
Ew xan û manî tev bûne kavil
Dihate sotin li wan can û dil
Gundî û malî mirov û cîran
Hatin xweş bikin derd û kulê wan
Bi destê xorta bi milê qîza
Bi ava bîrê bi cer û kwîza

Ava bû xanî dîsa wek berê
Kalo bû malxewê kevanî zerê
Perwînê birin mala bavê wê
Hêtie ketibûn herdû çavê wê
Ew mirxa çeleng li warê jînê
Dîsa xwe didî li wê hêlînê
Ker ber himbêza dê û bavê xwe
Wê dest ji fedya bir ber çavê xwe
Dê û bavê herdû diman şaş
Can û dilên xwe didan bi şabaş
Devê xwe xistin xwexeba wêna
Belê têr dibûn herdû ji bêna
Dîsa hate mal perwîna ciwan
Ji nû bişkivîn bax û dilê wan
Li gund dibûy mizgîn û pîroz
Tev kêf û xweşî sersal û newroz
Piştî sê meha xortên dilovan
Perwînê xwestin ji bona sîpan
çeto go ji bo çavên di perwîn
Mi jî bigêrin bi rengê xwazgîn
Diya wê rabû bi reqs û dîlan
Li nav civatê bi deng û lîlan
Govend gerandin rewşê û xatê
Bû kêf û xweşî li wê civatê
Cem hev rûniştin ew bûk û zava
Li wan reşandin kulmên derava
Hate dest axê ew kalê bengîn
Zerê çû riuê dayika perwîn
Milê xwe herdiwa bi hev sipartin
Gustîlê zêrîn bi hev guhertin
şekir anî û şûşên şerabê
Vala dikirin distên di abê
şerab gerandin karker û pala
çingîn dikete cam û peyala
Ser jêdikirin gelek berx û kar
Gundê zivingê teva jê dixwar

Bi def û zirne govend dibestin
Piştî deh roja perwîn guhestin
Govend û dîlan ji hev bela bûn
Bi miradê xwe ew herdû şabûn
Em hêvîdarin wisa nemînin
Serxwebûna kurd em jî bibînin
Miradê min jî wek herdû yara
Serfirax bibin ji dest neyara
Em jî li darxin govenda welat
Ji dil bi der kin agir û şewat
Xorta li mala sîpan û perwîn
Piştî sê roja civatik danîn
Silo rabûye wek pehlewanan
Pîrozek dida perwîn û sîpan
Gotarek dixwend bi bend û name
Xebat li kare tim berdewame
Di vê rûnenên piştî vî karî
Darê xwe navên ji dest tucarî
Azad me kir ev toprax û gund
Divê dest bavên topraxeke dî
Toprax bi toprax yeka yek bi dor
Ev tenê ji mer nemînî sînor
Hûn tev dizanin riya me dûre
Azadiya me bi xwîn û şûre
şro pêk nayê tu tişt bi lava
şûr navên ji dest van dem û gava
Xort bi vê soz û qerarê rabûn
Bi şademanî ji hev cida bûn
Em hatin dawî bi dilekî geş
Ta destpêkek dî serê we `j mi `r xweş
Tîrêj tim dibê ku em nebin yek
Evê goga xwe tucar nabin şeg.

*http://www.tirej.info/
**Rêzkirna tîpan: Ibrahim Heso (Neviyê Seydayê Tîrêj)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê