A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Tehsîn Taha
183 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Tehsîn Taha

çi sersal û çejne kaka Tehsîn
Amêdî lê bû newroza welat î
Mexabin ez çiqa îro dinêrim
Xuya nakî di vê kom û civatê
Dipirsî min ji çend dost û hevala
Dipirsî min ji xort û pîr û kala
Dipirsî min ji wan gerden xezala
Digotin Tehsîn Taha çû wefatê
Dema ku min bihîst ez mame xayiz
Di ezmanan de perwîn bûye kadiz
Buhara min diçû lê bûye payiz
Gulêm weşiyan li ber serma sibatê
Welat ma dest li çar hawêr û alî
Mi go qey ev cîhan tev maye xalî
Nema bilbil di baxan dinalî
Nema ew qebqebq dengê kewa tê
Emir pêncî û çar salî mexabin
Kesê wek te ji dunyayê cuda bin
Gerim gora reş û tarî beta bin
Bi hesretiya ger û kar û xebatê
Hezar û neh ser nût pêncê zanê
Di roja sêşemê hêvdê Gulanê
Te koç barkir ji vê dewra cîhanê
Berî daye riya çûn û nehatê
Nema dengê te yî zîz tê guhê me
Nema tev radibin penc û rehê me
Ketin şînê dem û sal û mehê me
Li ser te bilbilê baxê xelatê
Nivîsandî me navê te`b nigarê
Bi tîpên zêr li ser enya buharê
Bela rondik li ser te bêne xwarê
şev û rojan wekî ducl û ferat
çiqa bêjim tu hêjaye hunermend
Gelo ka ew sema û reqs û govend
Gelo ka ew dîlok û saz û sazbend
Li derbesnd û metîn û şax û latê
Keç û xortê me kurda şehlewndin
Tu dizanî tev li ser te derdemendin
Te koç barkir ji ewropa ji lendin
Berî da kurdistana rojhilatê
Ji gund û şehr û toprax û diyara
Dihatin pêşiya koçê b`hezara
Amêdî ma dibin toza siwara
Ketin şîn û girî û kêferatê
Erê tîrêj mirin ku hate insan
Venajînin ne textor û ne derman
Eger bê ser ji gorê qutbê geylan
Bi berbejn û nivişt û şerqûbatê
Xuda herdem tu hêvî û reca ye
Tehsîn mêvane teşnê kerbela ye
Bila ew têr vexwe gerden ziwa ye
Ji kewser têr nebû j`ava heyatê.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê