A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Suxtên Zêwa
158 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Suxtên Zêwa

Li Zêwa dibû wekî şeva reş
bi destê Sedam rijêma xwînxwar
Ji balafirên semtî û mîrac
bumbe wek birûsk ji jor têne xwar
Ew toprax hemî bû pêt û dûman
Mij û mûranê girtiye ezman
Qîr û qiyamet fîxan û nalîn
Sed û bîst kuştî gelek birîndar
Werin binêrin li term û laşan
Li wan cendekan li wan telaşan
Gewdên bê serî li nava êlê
Li ber her derî qîrîn û hawar
çi gunhê wan bû ew kal û ew pîr
çi gunhê wa bû zarokên bi şîr
Ma gelo eve şeref û namûs
Sedamê faşist conta gunehbar
çi lîska te kir qet ne çû serî
çawa tu davê li te vedgerî
Ew fitil û pêş û ew pehlewanî
Li te çûn gilî pîçê setemakr
Iraq te tev kir zîvar û terîş
ji bo gelê kurd tev te da bexşîş
şetel Ereb û sê perçê Xelîc
Te tev dan şahê Ecem yadîgar
Bazinê destê ciwan û bûka
heya bi zêrê serê biçûka
Nifta Kerkûk û Hiwêz û Besra
Te tev li ser kir gornepaşê har
Xortên gerdengaz wekî dibînî
Tev bûn êzingê agrê Xumeynî
Badî hewa çûn te pêk neda pêş
Bi hezar gavî tu maye ji par
Keç û zarokên gund û bajara
sêwî te hiştin li ber dîwara
Bûkên di salê tev mane jin bî
Bê bira hiştin qîzên berxwedar
Ka mêranya te heyf û mixabin
Xumeynî li ser, tu ma ferê bin
Rişma te îro ket destê Hisên
Sergoşake teng bi gem û hefsar
ka ew fortên te ew cengebazî
Li hevhatinê îro dixwazî
Dilê xwe xweş mek xumeynî nake
Heya tu `l Iraq bimînî serdar
Tu û şela xwe heya neyên der
Aştî nakeve Iraqê yek ser
Welat bispêre peyên dîmoqrat
Iraq dibî yek nabî pişk û par
Dana te da şah te xist vê wertê
Lê dikî nakî nema jê der tê
fitil û bermê te badîhewa çûn
Ey rovyê çepel peyê koledar
Kuştyê li Zêwa suxtên Qel`ediz
Ew pakrewanên şehrê Rewandiz
Te tev de sotin bi agirê sor
Bê şerm û fedî ey kolê neyar
Canê wan tev bûn wek mûmê şewat
şewqa xwe vedan ser xakî welat
Xwîna wan rijî bin dara jînê
Bi wê xwîna pak bişkivî ew dar
Bi sozemana adarê nakî
Ta ku mafê kurd tu pê winda kî
Xincera Serok Berzanyê nemir
Dîsa di pişta te de diçî xwar
Pêşmergên dilêr dîsa wek berê
şerê te dikin li her deverê
Rizgare îro sê parçê welat
Bizan gelê kurd namirî tucar
Hezar û neh sed heştê û pênca
Nehê Hizêranê kuştina gênca
Tîrêj menale tarîxa Zêwa
Ketî defterê rojek bi hejmar.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê