A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Seydayê Cegerxwîn
305 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Seydayê Cegerxwîn

(Li ser gora Seydayê Cegerxwîn qubek hatiye ava kirin di rengê geşteyekê de û Seyda gora Cegerxwîn kirye mîna çiyayê Cûdî û ew geşte kirye wek geşteya Nûh û Seyda weha gotiye)

Ev cûdiye ez îro bi çavê xwe dibînim
geşteya Nûh ku li rajore bi bawer û yeqînê
Birca Babile eywanî Kesraye dibînim
Tev neqş û negarên dur û elmasin ji çînê
Yan qesrek ji kevrê mermere ku ez dibînim
Seyda têde razaye li ser textê evînê
Va xort û keç û kal têne meydanê bi mizgîn
Da pîroz bikin îro li te vê şehneşînê
çavnêrê te ne vêga dixwazin te bibînin
Em tevde bi hêvîne ji Seyda yek civînê
Wer carek bi derkev tu ji wê birc û serayê
Da em ku mijûl bin tev bi wê dîdar û dînê
Tu `b zarê xwe cewher ji dev û lêvan birêje
Da em têr bibin îro bi wê peyv û nerînê
Tu`j mêjve di xewdaye êdî bes rabe ser xwe
bêtir ji du salan tu di orta wê nivînê
Ser daye xewa şêrîn tu bê xem û xeyale
Ro hatiye nîvro ma gelo nadî te tînê
Ma qey tu Memê ye ku di zindanê dinalî
Sed heyf û mixabin têr nebû b`dîtna Zînê
yan Ferhade îro ketî ber pêlên di avê
şêrînê vexwar ew jehra perwîza negînê
Ya rengê Siyamed ku li Sîpanê Xelatê
di gelî de kûr dinalî ku Xecê l`ser dikî şînê
ser hilde ji xwe`r carek li dunyayê binêre
îro tu temaşeke li vê dewra zemînê
mizgîn li te va xortên me mil dane hevûdû
wek şêra ji Bîngol ta bi Zaxros û Metînê
Himîna kurê bava li ser şax û zinara
dijmin dane ber hev koh û deşt sor bûn ji xwînê
Gurîna firoka ye li ezmanê me kurda
Dengê tang û topaye li erda bi qupînê
Dîna xwe bidê Seyda welat tev bûye burkan
şev bûne wekî roj tev ji agir û rivînê
Sûnda me bi gurzê Rustem û çakûçê Kawa
Textê dewleta Mîdya û şahê fareqînê
Sûnda bi Mehabad kaniya xwîna şehîda
Ala destê Barzanî li ser çayê sefînê
Sûnda me bi kêlê ber serê wan pakrewanan
Sûnda bi ruhê Leyla bi wê xwîn û birînê
Ev çerx û dem û dewran hezar salî neyar bin
Em ser natewînin qet bi vê kerb û bi kînê
Navêjin ji dest xwe em tucar darê tifinga
Qefdên xincera îro di kozik û kemînê
Kurdistan biparêzin ji dijmin û neyaran
nadin ji welat yek bihust û gav û erînê
wek Tîrêj dibêje bese ev bindest û jarî
bê şewket û ala ma emê çibkin bi jînê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê