A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Ser Şagirtên Amûdê
196 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Ser Şagirtên Amûdê

şermola hejar li rûyên erdan
Wey war û cihê xeman û derdan

Rabe vê sibê xwe reş girêde
Karwanekî boş va tê ji rê de

Karwanekî bi hêl û mêl û nîşan
Va tête ji Amûda perîşan

Ne koçer in ew, ne warguhêz in
Westa ne li pêy hev, ew bi rêz in

Nêzîk in ne dûr in xweş xuya ne
Wek teşneyê rahê Kerbela ne

Mêvan in, delal in pir ezîz in
Hilmiştî ne paqij in, temîz in

Sînga xwe veke li ber delalan
Himbêz bike xweş ewan şepalan

Zaro ne, ciwan in nû gihîştin
Ew teyrik û bilbilêd bihiştin

Amûd li wan bûye pêt û agir
Naçare revîn berê xwe dan vir

Zan in ku tu dayika henûnî
Bê şik e, li ser wan dê tu rûnî

Rêber Mihemed kurê Seîdî
Sed rehmet li gora wî şehîdî

Wan çakûç û bêr digel xwe anîn
Koça xwe li dor êla te danîn

şingîn kete çak û çan û bêran
Borîn kete pîrekan û mêran

Porên xwe keçan hemî kişandin
Hinarêd ruyê xwe wan çirandin

Qîzik ku dibêjin: Ax birê min
Pîrek ku dibêjin: Ax kurê min

Ap tenha dibêjin: Ax birazê
Xal herdem dibêjin: Kanî xwarzê

Bû qîr û hewar li dê û bavan
şûna hêstiran xwîn tê ji çavan

Amûdê seraser bûye lê şîn
Yek mal nema bê fîxan û nalîn

Ca rabe bipirse ey dilê jar
Carek tu ji sînema gunehkar

Bêje:Ey sînema bê ol û bê dîn
Ma qey te digel ewan hebû kîn

Kîna te li wan bû pêt û agir
Ev roja giran li wan te rakir

Birkan bû gelo di bin te derbû
Yan berq û birûsk bi ser te werbû

Yan pêtek ji dojehê bi derket
Ku bakî Qerecdaxî bi berket

Ku pêk ve civîn bi kîn û azer
Hat girtin li wan derî û pencer

Pêtî ku ji jor avête şaşan
Agir şuxilî di term û laşan

Bû qîr û hewar, fîxan û feryad
Ji ber wî agirî tevan dikir dad

Ema çibikin ne gazî û han
Bû agir li wan erd û ezman

Zarzarê mekin, gelî biçkûkan
Wîzwîzê mekin, ji rengê çûkan

Ev cewr û cevaya hûn dikêşin
Can û ceger û dilê me dêşin

Canê we dema ji ten cuda bû
Pertew ji xweda digel teba bû

Ew pêk ve firîn ji rengê murxan
Perwaze kirin di baxê Ridwan

Sed carî tifû ji van deman re
Em hiştin ji kul û hem xeman re

Nakin em ji bîr,bi dil şikestî
Sala hezar û nehsed û şêstî

Sêzdê çiriya duwem bi nîşan
Tarîx e ji roja sotina wan

Herçî ku mirin ew sêsed û çar
Bil yêd pel şewat û yêd birîndar

Tîrêj bigrî li xwendevana
Sed heyf û xebîneta ciwana.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê