A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Rewşen Bedirxan
345 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Rewşen Bedirxan

(Em dizanin ku berî çil salî mîr Celadet rehma xwedê dikir û li şamê li goristana şêx xalidê neqişbendî hat veşartin. Piştî çil salî pîreka wî rewşen li sahil rehma xwedê kir û ew jî anîn li nik mîr veşartin.)

Erê rewşen diya hêja te zû barkir bi dil manî
Te xatir nexwest îro bi xeyd û dil bi kovanî
Te qîma xwe bi me nanî der û êl tev te xalî kir
Te em hiştin li wara wek xerîbê sirb û yonanî
Riya koça te pir dûre û dirêje lê veger nîne
Te cerg û dil hemî sotin bi dest agir li der danî
Sitêrek ronî û geş bû di ezmanê me kurda da
Mixabin ew sitêra geş vemirtî ku ji wî banî
Te war û cî guhest dayê ji sahil hate şam îro
Te bêrya mîr Celadet kir ku hatî cem bi mêvanî
çi mêvanek bi temtêle ji çil salî we hev nedye
Memo û zînê gihiştin hev di gorê de bi şêranî
De herdû xweş li hev rûnên kul û derdên xwe tev bêjin
Welatê xurbetê zore ji rengê hebs û zindanî
Bila xweş bête bîra we Cizîr û şernex û cûdî
Di gel bica belek dayê cihê textê bedirxanî
Bedirxaniya bi ceng û şer cih û earê xwe berdabûn
Xwe nespêrtin neyaran qet xwe nefrotin bi erzanî
Li ber kêla ey dayê emê herdem serî xwarkin
Tu pespora gelê kurde tu remz û nav û nîşanî
şoreşger û şehîdên me li pey hev tim şerîpanin
Mexabin ku tu jî îro kete rêza wî kerwanî
Bi hêvî me dema bighê civata wan beg û mîra
Se`îd û Qazî û Ihsan di gel seydayê berzanî
Silavê kurdê sûryayê li wawn box û berana bik
Bêje serfiraz bû kurd li başûr dewletek danî
Ti mizgînê bide Qazî şehîdê dîn û dunyayê
şev û rojan ceng û lêdane digel sîpahê eyranê
Sef sal neyar tême bi ceng bi kuştin û ferman
Wek Ezdehak bi êş û gir gelo xwîna me dermanî
Diya kawa ji mer anî gelek kawa ewê bînî
Serê dijmin bi çakûça bikin perçe bi mêranî
Hezar rehmet ji dev tîrêj li ser gora te be rewşen
Furişta kaniya berzex kevoka baxê ridwanî.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê