A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Qenatê Kurdo
226 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Qenatê Kurdo

Hevalê Qenat hevalê Qenat
çi rojek ne xweş bi ser me de hat
Mirna te îro ziyan da welat
Ji roj bi ava heya roj hilat

Bi vê çûna te hevalê Dilêr
Ji dilê min î hejar û bêkêr
Dilopeke xwîn midî hate xwar
Xwe berdaye ser rîşa minî zêr

Ez tev lerizîm dest bûne rêsî
Tilî ji hev çûn xame teyisî
Bi wê dilopa xwîna dilê xwe
Ji kul û derda mi ev nivîsî

çiriya paşîn reş meha wek şeb
Te`j me raqetand bê sûc û sebeb
Qenatê Kurdo rêzanê mezin
Rêberê ziman Seydayê Edeb

çi zû te bar kir ji nêv me yara
Te em tev hiştin li şûna wara
çûna te vêga ne pir bi wext bû
Yên wek te nayê her çax û cara

Qenatê kurdo heyf û mixabin
Yên wek te îro miryê gora bin
Heval û hogir şînê bikêşin
Neyar û dijmin bi kêf û şabin

Hevalê delal derdê me kûre
şi`ra mi gotî pir kêm û hûre
Kerwan bi rê ket xewa te zû hat
Qenato rakev rêka me dûre

Gelek wekî te çûn dil bi hisret
Mîna Kamîran wekî Celadet
Kanî şêx Se`îd Ihsan û Qadî
Kanî Berzanî şêrê bi heybet

Dema tu bighê nêv wan şehîda
Silavan bikî li wan Egîda
Bihejîn Dest seyda Cegerxwîn
Wekî newroz û sersal û îda

Mizgînê bid wan kurd nema dimrî
çi jê bê kuştin çiqa jê herî
Xwînê dirjînî bi serbilindî
Ew ji doza xwe nema vedgerî

Tîrêj de bigrî li ser hozana
Li şoreşgêran li torevana
kerwanê jînê ji te bi dûr ket
Tu bû nêzîkî civata wana.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê