A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Mihemed Elîyê Şiwêş
166 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Mihemed Elîyê Şiwêş

Ey heval û hemdemê rahê welat Mehmed Elî
Sed hezar rehmet li wê gora te be j`ber vî dilî

Ma çi zû koça xwe barkir te ji nav êla xweser
Te berî daye riya dûr û dirêj û bê veger

Bi tenê îro te em hiştin li çol û kerbela
Ew buhar û war li me bûne cihê derd û kula

Ka dem û dewra berê ma kanîn ew kom û civat
Sed mixabin çûye gorê tu bi hesretiya welat

Partiya xweybûn dipirsî kanî ew xortê ciwan
Destbirayê Nûrî Zaza ew hevalê Qedrî-can

Bendê Ronahî û Roja nû û Hawar û Sitêr
Tev li te îro dipirsin kanî ew gernas û şêr

Rêberê xortên dilovan şeg û zana û şiyar
Tevger û kar û xebata te ji bîr nakin tucar

Mêjuwa kurd ez bihêvî me tu vêga guhbidêr
Rûpelên pêşîn tu binvîse bi ava zîv û zêr

Ew xebat û karê pê rabû bi zanîn û bi hiş
Da bixwînî miletê kurd dem bi dem û nifş bi nifş

Reng û nîşanên te sawêrin li nêk min her demê
Sed xebînet ku ketin bin axa sar û qeşemê

Ebrû mah rû afîtab ma ey tu gora serneşîv
Feleke îro di birca te`d civîn ew roj û hîv

Rûgeş û comerd û ciwamêr dilfireh û dev li ken
Dest vegirtî bar biwêr bû neqşê Manî lêv û çen

Ey birader mirina malikxerab bêbext û dîn
Dest li ber nayête hildan tê me ew her dem bi kîn

Xweş tu bawer be bira her kes li ber roja xwe ye
ku çiqasî em bijîn dawî mirin para me ye

Li te mizgîn be rûwa me va ji hêla reş hilat
şewq û pertava xwe da Zaxros û şingal û Xelat

Bayê kurd rabûye va dolab û çerxa me gerî
Serfiraziyê dixwazî wê bijî qet namirî

Vane pêşmergên dilêr dest birne ser gurz û çeka
Bejin û bala xwe girêdane bi rext û fîşeka

Wan bi navê şoreşê îro teva sûnd xwarine
Ketne ber pêxa neyaran gir bi dijmin girtine

Wa ji Amed te Hekarê ta Mehabad û Metîn
Ceng û halane li çar goşê welat tev bûye xwîn

Sitem û xeşma neyaran ji welat tev dê biçî
Doz û armanca dilê te ne dereng wê bête cî

ku digel baqên gulan gora em tev bêne ser
Dê li ber kêla te hildin ala kesk û sor û zer

Ta ku ew gora teyî pak lê bibî mêrg û buhar
bilbilê şadî li ser herdem bikî qîr û hewar

ez çiqa bêjim bira nabin xelas ev guft û go
Tu li min megre li ser te ger bi kêmasî mi go

Bîst û çarê çirîya pêşîn ji bîr nakin bira
Hezar û nehsed û heştê û pênc vemirtî ew çira

Sed hezar rehmet ji cem Tîrêjê dil tev derd û êş
Her li gora te bibare Mihemed Elyê şiwêş.

Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê