A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Mihemed Baqî Melle
201 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Mihemed Baqî Melle

Em ji hisiça birêdiketin
Berê teksyê li ro ava bû
çi rojek ne xweş bi ba bager
Serê payîza bi derd p kula bû

Li herdû hêla riya em li ser
Selefê siwar komê peyabû
Dema bi carê dirbêsiyê ketin
Serê reşkona ji me`v xuya bû

Me`j hev dipirsî ev çi halane
Ev govend û reqs û dîlane
Ev ne newroz û kêf û şahiye
Ev ne sersal û ne megrecane

Qîr û hawara pîr û keça tê
Rabû me pirsî ji wê civatê
Bersiva me dan bi ax û keser
Muhemed Baqî çûye wefatê

Dema me bihîst em mane xayiz
Baxê dil û can lê bûye payiz
Reng û nîşana wî xortê çelenk
Li ber çavê me bûye qelawiz

Dîsa em rabûn bi dil giranî
Hatin ser gora wî xwendevanî
Fatîhe li ser canê wî me xwend
çend gurzê gula li ser me danî

Me got Baqî heyf û mixabin
Yên wek te îro miryê gora bî
Heval û hogir şînê bikêşin
Neyar û dijmin bi kêf û şa bî

Ji zû te barkir vê dem û dewrê
Welatê te ma bin destê zorê
Barê te yê giran maye di mil de
Kedera welat b`tere çû gorê

Serê xwe rake wekî şepala
Xweş bike dilê yar û hevala
Li xwendengeha mosko tu rûnê
Cihê te îro nemîne vala

Welat di destê dijmin dinalî
Hevalê dektor xwe m`d vî alî
Ev kar û xebat ji we tê xwestin
Meydanê îro nehêlin xalî

Mirina malxerab jê nîne çare
Dinya bê mirês ne cîh û ware
çiqa li dinyê ku em bimînin
Berê me tim li axa sare

Ber roja xwe ye her kes bi dorê
Emê her bibin mêvanê gorê
Dest nayê hildan li ber melkemot
Tême bi xurtî b`kotek û zorê

Felek xayine her dem bi kînî
çi xortên hêja ji me dibînî
Nahêle bighê kar û xebatê
Bi ber gorê ve ewî dişînî

Ma qey qedera me kurda ev e
Li dijmin roje li me tim şev e
Tîrêj dê bese çi qûteqûte
Dîwar bi guhin bi dû mekeve.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê