A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Mele Ehmedê Palo
196 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Mele Ehmedê Palo

Tenabînim di vê kom û civatê
Melayê Ehmedê palo tu kanî
Di vê dewr û dema kar û xebatê
Ji nav êlê te barkir b`dilgiranî
Di warê tor û eîwan û edeb de
Stêrek bû di ezmanê me kurda
Mexabin ew sitêra geş vemirtî
Nema ruhnî didî milet ji banî
çi aû îro ji vî bextê me yî reş
Tu ket rêza şehîd û pakrewana
Giha Namî giha Hişyar û Bêkes
Cegerxwîn û hejar û mukrianî
Cih û warê îro maye vala
Tu kes nîne ku şpnwarê te bigre
Li ser textê evînê wek Cizîrî
Di warê perwerî de tayê xanî
Felek kor be bela çavê wê birje
çiqasî xayine û bî bexte û xeware
Kesê wek te ji dinyê dil bi hisret
Biçin gorê di nav û zemana
Kesê wek te welat gelkî bi hacet
Ji derya gewr heya bigêje kerman
Welatê şehsiwar û textê xesro
Ji aptîkan heyanî aşokanî
Bi wî zarê xwe yî şêrîn ti rabû
Di gel xemê berî da tor û helbest
Gul û çîçek bi gulwaza tê hûnan
Te hêvistin ji rengê neqşê manî
Hevok û peyv turk û tazî û firs
Ji nav û ziman tev dane alî
Gelek raste û durust tev maye paqij
Ji kêm û şaşiyên îro deranî
Eger dîwan bi rastî bête xwendin
Dibistanek bilinde û xwendegahe
Ne bes şi`r ê belê ferheng û herdem
Tarîx û kevneyore û rêzimanî
Gulîstan û rez û dehl e seraser
Ji tuxmê her û êmîşê teda
Ji xwen da ra didî rengê buharê
çiya û deşt û zozan û çi kanî
çiya wek mêrg û narazê elî qadî
Sura bayê siba lê tê bi nermî
Li ber vedbin bi nevş û nêrgiz û gul
Kulîlkêd kesk û sor û ercewanî
Di baxan bilbil û şalûr dixwînin
Xunav ser pel û şaxa yê bade
Dema vedxwin dibên dîwan û serxweş
Buhar newroz û geşt û mihrecanî
Tê kêmasî ne kir seydayê hêja
Ji bo milet di ber kar û xebatê
Te ev barê giran tenha ji milê xwe
Bi destê xwe li ser milê me danî
Ji vî karê te pir sipase milet
şev û rojan ji bîr naki tucarî
Di wijdanê me her tê bijî tu
Wefadare gelê kurd wek tu zanî
Hezar rehmet ji yezdanê dikpvan
Li wê gora te bî her wext û gavê
Wekî tîrêj dibê her dem bijî tu
Di nav baxê buhistê b`şademanî.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê