A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Kemalê Ehmed
134 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Kemalê Ehmed

Ka di vê kom û civatê de ti nexuyaye kemal
çiqa îro dinêrin ji me windaye kemal
Sed mexabin te berî daye riya dûr bê veger
Ev dema kar û xebatê bû ti ji me maye kemal
Te bi bîr û bawerî ket partiya û temîz
Ta bi mirnê li ser vê hedefê maye kemal
Jîrekê derweqt û gavê herdemê xortên ciwan
Te ji nav êla me barkir dej`me berdaye kemal
Teşneyê ava feratê tu xakî kerbela
Têr nebû j`reşa cîhanê zû te can daye kemal
Em li ser te mest û gêjin tim bi axînin bira
Ku qeder bê namihî şîn pûç û valaye kemal
Em çikin nayête hildan dest li ber vê qederê
Ev riya dûr û dirêj ya bav û kala ye kemal
Lê tu saxe tim di nav dil û wijdanê mede
Ku li ber çavê me sawêra te bes maye kemal
Wa buhara can û dil hişk bû gul û çîçek weşîn
bilbilê mest xeraman dev jê qeryaye kemal
medresa berzanî ya têde te xwendî dem bi dem
felsefek têr û tijî dersa me jê daye kemal
ew xebta ku tekir tarîx tucar nake ji bîr
bê guman ev dewr û dersa keç û xortaye kemal
ku tu çû baxê buhiştê bik silava yek bi yek
li şehîd û pakrewana cihê miryaye kemal
sed hezar rehmet ji dev tîrêj li ser gora te be
ev zemanê bê mirês yê kul û derda ye kemal.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê