A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Hevalekî
266 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Hevalekî

Felek xayin bi mer êdî çi doz e
Li ser me tim mij û mûran û toz e

Li ser me tim mij û hem toz û mûran
Li pey me tim bi qûtîn û bi halan

Li alîkî bi lêdan, tev birêjtin
Li alîkî bi talan, û bi kuştin

çi heqê te`l me ye, qet ez nizanim
çiqa bê murwet, û bê bext e zalim

Bese êdî li me dil tev te kir xûn
Bela xwe`j me veke ey çerxê gerdûn

Gelek heyfa min tê li xort û ciwana
Li gernas û egîd û pehlewana

Xebata bo welat, û halê millet
Di dil wan de diçî gorê bi hesret

Erê xortê gelek hêja tu şêxmûs
Kurê Seido yê Gaso, bi nav û namûs

Tu negihştî tu raman û mirada
Di tabûtê te jî lingê xwe rada

Bi destên xwe`y çepel kurd in di bê ol
Ku xwîna te li rû erdê kirin gol

Kula mezin ji dil naçî tucara
Tu hat kuştin, bi şeş derbên neyara

Delalê min, çi zû îro tu raket
Li ser laşê te bû qîr û qiyamet

Ne meşkîna tenê, û gundê li dorê
Ji Mêrdînê heyanî bighê Torê

Ji Dêrikê heya bighê Nisêbîn
Li ser te wan, girêdane reş û şîn

Ji tabûtê bi derkev, ey birader
Xwe rapêçe di rextan de ji bo şer

Bi şeşderb û bi qolan û bi rextî
Bi mêranî wekî Hişyar û Extî

Tu raweste li ser şax û zinara
Digel dost û heval û kurd û yara

Bi dest bigre tifinga destebaşî
Bikuj mîrlazima, qolordî başî

Tu heyfa şêx Seîd carek hilînî
Ku navê te bi qencî, her bimînî

Welat vêga ji dest dijmin dinalî
Hevalê min xwe med îro tu alî

çima îro dikim nakim, birader
Ji te nayê ne lebt û deng û tevger

Ne peyv û gotin û zar û ne galgal
Gelo ma qey ev e mirna xerabmal

Ku mirna malxerab, jê nîne çare
Ji mer dinya ne cih û hem ne ware

Bi xwe dinya wekî rewrewk û ba ye
Li ber çavan sawêra sînema ye

çiqasî tu li dinyayê bimînî
Tu dê mirnê bi çavên xwe bibînî

Li ber roja xwe ye, her kes bi dorê
Emê carek bibin êvanê gorê

Ku ew mala me ye, tirba reş û tar
Ne dost û ne heval û hogir û yar

Dixum sûndê bi navê pakî Yezdan
Bi wê xwîna te yî paqij dil û can

Ku em heyfa te nehêlin tucara
Li dinyayê di zikê pîs û neyara

Eger ne bi devê Berno û kemalî
Welatê me ji wan qet nabe xalî

Hesabê me digel wana, çi kûr e
Daxwaza me welat, rêya me dûr e

Divê rabin, ku em koça te barkin
Vê tabûtê li milê xorta siwar kin

Te bighînin heya mala te ya heq
Ji vê dinya ne hêja û bi teqreq

Dilo rabe bi qehr û cengebazî
Li nêv tirban bikî qîrîn û gazî

Tu wa mirya bi dengê xwe şiyar ke
Yeka yek wan ji nêv axê tu rake

Gelek hêstiran, li ber wana birêje
Bi dil jarî ji wana re bibêje

Hela rabin gelî miryên bi sed sal
Merivkî zane û mêrxas bi koçmal

Ji Meşkîna wî barkir, bi dil giranî
Me koça wî li nav êla we danî

Divê îro di xizmeta wî dabin
Divê jê re wekî bav û bira bin

Qîmetkî pir giran, hûn jê re bigrin
Li warkî xweş, hûn dê konê wî vegrin

Dizanim ku ji wî warî nema tê
çi rêk dûr e, riya çûn û nema tê

Ev e sozam digel te, her bi daxwaz
Ku kurdistan bibî carek serfiraz

Bi def û saz digel sîpah û leşker
Li dor tirba te bigrin, xelek û ger

Bi şabaşî bi şahî şademanî
Bigerînin reqs û govendek milanî

Ku tirba te bibî, wek baxê Mercê
Bila `alem bi carek bêne fercê

Bese Tîrêj bi nalîn û fîxan ke
Xwedê şêxmûs bi xufrana xwe şa ke

Melayîketên rehmê bên teniştê
Bibe gor lê wekî baxê buhiştê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê