A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şîna Ehmedê Menco
254 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şîna Ehmedê Menco

Felek bê soz û bê wicdan û dîne
Ku ew herdem digel me kerb û kîne
Neyar û dijmin û bêbexte zikreş
Tucarî qet nedî me j dest, demek xweş
Li pey me tim bi qût û qîr û halan
Bi zindan geh bi kuştin geh bi talan
çi heqê te`l meye qet ez nizanim
çiqa bê merwet û bêbexte zalim
çi xortên zane û hêja dibînî
Ji me kurdan çi zû wîd radqetînî
Bi ber gorêv dişînî ew riya dûr
Veger nîne ji wê tirba reş û kûr
Erê Ehmed kurê Menco birader
Ne bes bûn kul te jî derdê xwe da ser
Gelek heyf û hezar carî mixabin
Kesê wek te ji nav kurda beta bin
Kesê wek te welat gelkî bi hacet
Ji ber ava ferat heta çemê şet
Serî rake ji tabûtê hevalo
Li çar hawêr binêre ey şepalo
Li dor gora te tev yar û hevalin
Hemî pismam û ap û dost û xalin
Ji ber ku pir delalî ey tu Ehmed
Te deng dabû ji vir heta bi Amed
Birû qeytan enî wek ya berana
Tu serdarê hemî xort û ciwana
Gelek qenc û çiqa comerd û camêr
Ji pola zend û dest mîna lepê şêr
Bi temtêlê wekî bejna siyamend
Li Sîpanê Xelatê şêrê serhed
çiqa pesnê te bêjim ey birader
Xelas nabe bi sed xame û defter
Bi sûnd û soz û peyman bî li ser me
Bi wî navê teyî hêja digel me
Dema kurd serfiraz bin ey dil û can
Emê tev bêne dor te b def û dîlan
Li dora te b gerînin reqs û govend
Gelek xort û keç û qîz û şekerxwend
Ku xort tebl û sazan bi mil din
Ala rengîn li ser gora te hildin
Ji bîr nakin tucarî çarşema reş
Ji mahê der sibat jê bîst û hem şeş
Hezar û nehsed û heftê û sisyan
Eve tarîx ji bo mirna te nîşan
Heta vêder bi kêmanî me ev got
Bese Tîrêj te êdî ev ceger sot.

Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê