A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şev û Roj
1003 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şev û Roj

Min bi xwîna dil nivîsî, reşbelek bo yarî ma
Bi dilovanî sivik bik, tu li mil min barî ma
çunkî zaro me, dibin barê evînê zorî ma
Beske xeşmê tu li min, da ey şah û xunkarî ma
Ez bi nalîn û fîxan im, bê seman im şev û roj

Min bi zarotî evînî, bo xwe kir armanc û kar
Min nezanî keyse dildarî, ne ku soz û qerar
Ez evîndar im tenê, îro gulek nakî bihar
Zulfê sor dûpişkê tev jehr in û ebrû tîremar
Pir wekî min dil digestin, ez bi jan im şev û roj

Sed mela û şêx bi berbejn û nivişt û qelema
Feqiyê Teyran bi qêrîn ku ji ber av û çema
Rustemê Zalê bi şûr û gurz û mertal û rema
Bên bi han im naşikînin leşkerê derd û xema
Ketme tora dîlberan ez bi fîxan im, şev û roj

Ma gelo dîsa bibînim her wekî dewra berê
Bejn û bala wê şepalê, zulf û bisk û temberî
Geş bibî pêta evînê şewq û pertew jê herî
Da bi merdî dil bi soz im, ez li ser wî agirî
Ez ne poşman im tucarî, vînperestim şev û roj

Qehremanên dewleta Medî, Mîtanî û Hûriyan
Herqelê Romê di gel dehqanê Hind û Ariyan
Padîşahê textê Faris, kesrewê îraniyan
Tev dibin darê te bin taca serê şah û keyan
Rû bide Tîrêj hevalê bê hedan im, şev û roj
Helbestên din ên Helbestvanî/ê