A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şerefxan Im
267 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şerefxan Im

Welatê min çi şêrîne bi gorî û bi qurbanim
Timî pê serbilindim ez bi rûmet û xwedî şanim
Ne Tirk û Firs û Tazî me ji Mîdya û Mîtanî me
Selahedînê kurdî me li textê Misrê sultanim
şahê Misr û Filestînim pilingê xakê Hetînim
Kurê Behramê çopînim li Bedlîsê şeref xanim
Ezim Qadyê Mehabadê ezim şêrê serê latê
Li zozanê Araratê seyd xan û Elî Canim
Peyê Mehmûd Hefîdim ez mirîdê şêx Se`îd im ez
Kemal Pîr û E`gîd im ez di bircê de Bedirxanim
Ezim keyxesrewê şevgêr ezim Guhderz ezim ew mêr
Ezim xan Dimdimê cengzêr neyarê şahê Eyranim
Ku Canpolayê durzî me Hemê Mûskê Berazî me
Ebdulrehmanê şûzî me neyarê Tirk û Romanim
Kurê Faro ezim Sebrî ezim Xalid begê Cibrî
Ezim `Ebduleyê Nehrî bi xwe Simko û Ihsanim
Ezim pêşmergê Berzanî ku hîmê kurd bi cih anî
Ezim Tîrêj bi şahanî li şûnwarê Kerîm Xan im.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê