A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şêrê Kurdistan
368 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şêrê Kurdistan

Di hezar û neh sed û not û şeşa heftê gulan
Li cizîrê bûye şahî navbera dicale û ferat
Ro ji hewlêr bi derket paytextê dewletê
şewqê da bajarê qamişlo yeker bûka welat
Bû li çar koşê cizîrê kêf û seyran û xweşî
Pir bi mizgînî serok mes`ûd kurê berzanî hat
Bi hezaran keç û xort û jin û mêr çûn pêşyê
Tev diketne ber silavê şêrê kurdistanê hat
Lîrlîra keç û qîza li çep û rastê riyê
Gumguma dahol û zirna reqs û govend û civat
Berê teksiya xwe da qamişlo serdarê bilind
Pêrgî hatin miletê kurd kom bi kom qed bi qed
şehrê qamişlo sersar bşye lê kêf û xweşî
Bûye lê sersal û newroz çûne kanûn û sibat
Wa ji nû deşta cizîrê bûye lê mêrg û buhar
Bi kulîlka xemilî ew gund û bajar û kelat
Bilbil û şalûr li yek hawî dixwînin dem bi dem
Tê li ser teht û şikêra qebqeba dengê ribat
Bûye mêvanê hecî ebdilezîz bavê ehmed
Kûrê hacî xelefê sara çi kurdin dilşewat
Keç û xort malê derkeftin dihatin pêşiyê
Dane ber çepkan ji bona rêberê kar û xebat
Ser ser û çavan tu hatî kurê berzaniyê nemir
Ey xudawend û serokê partiya demoqrat
Dil û malê me li ber te tim vekir ye pêşewa
Rengê heyva çardehê îro li Qamişlo hilat
Bav û bapîrên te pêkve bûn şehîd û pakrewan
Can di meydana şeref de xweş firoyin bê mezat
Xemilandin xakî kurdistan bi xwîna sorgulî
Ma ne bes ey çerxê gerdûn xayina kurd bê xelat
Ev çi kîne tu bi mer herdem dikêşî şev û roj
Ey hevala dijmina wey olperesta pût û lat
Deşt û zozanên me toq bûne ji xwîna kuştiya
Pakrewana ruhê şêrîn kirne qurbana welat
Sed hezar car aferim ey şêr û gernasê welat
Tev bi mêrxasiya îro va dem û dewra me hat
çerxa dem herdem li pêşe nagerî ew ber bi paş
Miletê kurd namirî wê herhebî roja feleat
Bayê kurd rabû ji pêşve jevketî koma neyar
Mij û ewrên reş û tarî çûn ji ezmanê welat
Miletê kurd bûne kom dîsa li meydana fireh
Sef bi sef mil dane hevdû bê jimar girtin civat
Hate serban herdû dest hildane pêşwayê mezin
Pir sipasa gel dikir dewra ku pê rabû welat
Xwedî gotarek bi dil sozî li wê koma giran
Tev bi şahî j`ev belabûn piştî da wan ev xelat
Ew şeva pîroz û şahî leyletul qedra me ye
Wê di dil da bî timî tîrêjê bê sebr û tebat.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê