A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şeqlawe Tev Bax û Rez
165 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şeqlawe Tev Bax û Rez

Taca serê kurd ey welat
çerxa felek yarê te bî

Hêza helakurd û xebat
Herdem feda karê te bî

Gul çîçeka qada zemîn
Baxê îrem bexçê evîn

Hêza li rex çayê Sefîn
Herdem arîkarê te bî

Xweş paytext û keşwer e
Herdem di gel ceng û şer e

Hêza li deşta Hewlêr e
Wek hêza rizgarî te bî

Hêz û liqa şêxan e ew
Yan hêza bêt watan e ew

Hêza qer û germiyan e ew
Azadî tim warê te bî

Hêza li Zaxoya bi deng
Pêşmerge ne bi top û tifing

Bê tirs bi carek têne ceng
Serpişk û hem parê te bî

Hêza li Kerkûk û Dihok
Parêzgehêd bajar û sûk

Nadin ji te, yek ta û mûk
Dinya ku neyarê te bî

Hêza li Hemrîn û Belek
Hêza di Kawa lek bi lek

Tev de bi sîlah û rext û çek
Herdem di ferwarê te bî

Derbend e hem Qelediz e
Barzan di gel Rawandiz e

şeqlawe tev bax û rez e
Tev şehr û bajarê te bî

Homan û Rêzan û Bilî
Mangêş û zozan û gelî

Bolend û gelyê beg Elî
Armişt û berwrê te bî

Amêdî û Zab û Dihok
Kerkûk û Zaxo, Dêr Elok

Hewlêr û Bamern û Semok
Têkda dibin darê te bî

Cemşîn û şehrê çem çemal
Hem Hacî Umran û Gilal

Koy Sinceq, Ertûş û Diyal
Tev gund û şehr yarê te bî

Dokan û Eqra, Mendelî
çêtir ji Hemamel Elî

Bimrim li ew xak û xwelî
Berbang û bêdarê te bî

Sersing û Bazyan û şikêf
Mêrga dirêj hem Tilkiyêf

Tev mişmiş û hinar û sêv
Bax û gulê zarê te bî

şêrîn wekî bazya ne ew
Yan xakî nav berda ne ew

şengal û ser meydan e ew
Eynzal û siwarê te bî

Ranya û şehrê Xaneqîn
Berya li jêr çayê Sefîn

Hêjane milkê Hind û çîn
Tev deşt û rûbarê te bî

şingal û şehrê Neynewa
çêtir ji Ana û Rewa

Yek dostê em nadin ji wa
Tev koh û zinarê te bî

Kanyên di xaka Mêrge Sor
Gol û çemên rex şehre Zor

Ava çemê Diclew Xabûr
Tev cok û cobarê te bî

şêrîn e wek dims û şekir
Kêfa dilê min zêde kir

Sed rengê Sedam û Bekir
Kuştî û birîndarê te bî

Kurd tev bi hesret mêr û jin
Sotî dilê Tîrêj ji bin

Berzanî rêzanê mezin
Her mêr û serdarê te bî
(sal: 1968)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê