A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Şemê Kafûr
145 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Şemê Kafûr

Miletê jînê bixwazî bê ked û kar û xebat
Her wekî avê ji rewrewkê dixwazî ey bira
şem`ê kafûr tê nebî zeyt ruhniyê nadî kesî
Kûp ku bê gaz û fitîl bî vala şewq nadî çira
Miletê ku hêz nedî xwe ew bi bala nekevî
Wê bimînî kêm û bindest ey di kunc û hundira
Miletê Rûsa eger xwîna xwe nerjanda tucar
Ne dibû serbest û aza ji rijêma Qeysera
Rengê Kûba yê welatê xwe bi xwe ava nekî
Wê timî kola bimînî bê şeh û al û sera
Ku bi sed ah û xwezî dest naçe ser baqê kezî
Ger ne wek şêrê çiya bî wê bibî şîva gura
Rastî û dilpaqijî milet pê dighê meqsedê
Miletê kurd rabe bik kar û xebatê ji xwe ra
Xweş bizane ku Xumeynî û Sedam û Êverîn
Kurdistanê nadine te ew kaniya zêrê zera
Ey gelê kurda xwîn birêjîn ev dem û dewra te ye
Dest hilanîn fereca xêrê ye bes a mi j`te ra
Hîn bibî `ibret bigir êdî ji van xêzên me got
çiku dilxwazê te ye,Tîrêj bi rastî eşkera.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê