A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Sedam Dîn Mebe
159 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Sedam Dîn Mebe

Serdarê bilind li kohê Berzan
Deng daye cîhan hemî seraser
şehbazê felek li jorê ezman
Xweş yare û hemneşîn û rehber
Serleşker bi xwe dewrê zemane
Leşker hemî xortên canfîdane
Al perçek ji xemleya cîhane
Tê daneye rengê koh û xencer
Ney dize wekî dibêjî Bexdad
Miletperwere dixwazî azad
Rêzane ji bo nejdadê Ekrad
Hozane bi eql û fikir û tevger
Sedam tu bizane dem bi dorî
çavê xwe veke ma qey tu korî
Ka Qasim û ka Feysel û Nûrî
Ka ew begler û mîr û şeh û ser
Berya te bûn ew wezîr û xûnkar
Ferman dikirin bi agir û dar
Lê bîr nebirin ku çerxê dijwar
Wê wan têxe bin dolab û lenger
Ew rêça li ser bûn ger li ser bî
Ger wek wan tu jî ne bîrewer bî
Naçare tu dê di gorê wer bî
Nakin bo te fêde kom û leşker
Sed balafir û hezar sewarîx
Deh carî wekî wan qembel û mîx
Berpaş nagerînin çerxê tarîx
Ev çerxeke dijware xwe med ber
Sedam dîn mebe li pêş te mêrin
Hember te hemî piling û şêrin
Cengvanîne kurdin tev bi kêrin
Tîrêjê birûskin toxmê ejder.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê