A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Sed Xwelî Li Wî Serî
275 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Sed Xwelî Li Wî Serî

Ez bi zarokî ciwanî bûm evîndarî welat
şev û rojan dil fekar bûm mame xemxwarê welat
Suxtiyê seyda cegerxwînê mezin bûm bê guman
Ez li ser şop û riya ketme ser rêça welat
Pir di vê rê da me dî girtin û lêdan û setem
Lê çiqa xweş bû bi min ew tevger û karê welat
Ez ne daxwaz bûmji bo malê dinê çavê di reş
Destegîr bûm ez di gel jar û sitûxwarê welat
Xameya min şûrê tazî bû di dest min her demê
Tim bi êrîş bûm li ser pîs û sitemkarê welat
Ez di gel xemla buharê bûm kulîlkêd renge reng
Ez di del koçer û êl û pez û dewarê welat
Rêwiyê çol û çiya bûm hemdemê hov û teba
Hem neşînê keç û xort û kal û kevnarê welat
Ez di gel dahol û zirna bûm govend û sema
Dengê tenbûr û bilûra wan mûsîqarê welat
Ez di gel kom û civat û şevbuhêrkê kurd re bûm
Serpêhatî û stran û pîr yextiyarê welat
Rengê goyînê fîxan bûm li ser canê şehîd
Qehreman û pakrewan û canfîdakarê welat
Me ji yezdanê dilovan her dem û caran dixwest
Go bijîm sed sale dî der xizmet û karê welat
Lê mixabin ez çi bêjim feleka malik xerab
Wê min dûr ke ew ji gera çerxa destarê welat
Ger ku çend pirtûk û dîwane ji bo milet me hişt
Têr nebûm dîsa ji pesnê neqş û nîgarê welat
Her wekî tîrêj dibêje sed xwelî li wî serî
yê ji milet dûrkeve ma ew gunehkarê welat
min bi hêvî ji te milet gazina te ji min nebî
di bi hisret herme gorê mame deyndarê welat.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê