A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Sebra û Şetîla
165 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Sebra û Şetîla

şoreşgerêd Felestîn, cengawerê b`nav û deng
Mêrxasî û gernasî, karê we ye roja teng

Tang topêd sehyonî, çavên we naşikîne
Dijmin vê qenc dizanî, roja cengê dibênî

Sîngê didin ber gulla, hûn pêk ve canfia ne
Yek leşkerê Felestîn, hemberî sedê wan e

Xwîna we û gelê kurd, hat rijandin li Hetîn
Dema cenga Selîbî, heyamê Selaheddîn

Tarîx vaye bi merdî, îro xwe vedigerînî
Berê hzar salê çû, xwe li warekî nû dibîne

Xortê kurd û felestîn, milê wan e li yek dû
Zincîra heyam û dem, cuda nabe ji hevdû

Piştî cenga selîbî, sehyonî hate şûnê
Xortê kurd û felestîn, erd xemilandin ji xwînê

Bizan Menahîn begîn, daxwaza te b`cih nabî
Welatê Felestînê, tucar tu pê şa nabî

Bi sûnd ji mil xwe navên, keleşînkov û şeşber
Mafê wan ku neghê wan, hinek zêde jî li ser

Bila qenc bê bîra we, dema hûn hatne Libnan
Bi tang û top û belafir, di gel leşker kî giran

Canfidayên di sûrî, cengevanên felestîn
Heftê rojî kirin şer, wekî şêrên dev bi xwîn

Hemî badî heqwa çû, ew kotek û zora we
Pêk ve li we wergerî, vajî dem û dewra we

Kete rûpelê tarîx, şermek kirêt û giran
Roja Sebra û şatîla, ew kuştina bê wijdan

Ew kuştina tevayî, wê li ser we bê hejmar
Ji bîr nabe tucarî, neb şev û roj û êvar

Keç û pîr û kalemêr, ew zarokên du sê meh
Hatin kuştin wê çaxê, bê sebeb û bê guneh

Tev sor bûye ji xwînê, ew topraxa bê gûman
Ey keleşêd sehyonî, dijminê tuxmê insan

Bila hûn qenc bizanin, bi kuştin û bi talan
Ucar millet namrin, der hîyam û der zeman

Silavê milletê kurd, ey şoreşa felestîn
Li we hene bi bara, bi bawerî û yeqîn

Di gel we ne gelê kurd, hem şoreşvanên cîhan
Bijî bjiî Felestîn, bijî bjiî Kurdistan

Tîrêj ji bo Felestîn, ev helbest kir diyarî
Bijî milletên bi dest, her bimrê sitemkarî…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê