A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Ruhniya Keç
173 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Ruhniya Keç

Ji dil her dem birîndarim bi kîna keç
Div herdem bibînim ez di îna keç
Eger ku wê nebînim mest û sergêjim
Dibe sawêr li ber çavê min wêna keç
çiqa te`le bi xelkê peytewa canim
çi şêrîn eli ber çavê min xwîna keç
Dil û cerg û hinavên sotina dilber
çiqa ez pê xweşim dîsa bi dîna keç
Eger umrêm li dinyê se`etek mabî
Ezê wê se`etê deynim rehîna keç
Eger ez xwe bikim gorî ne poşmanim
Ezê çipkim ji jînê bê evîna keç
Ezê çipkim ji mal û milkê dinyayê
Bese ez têr nebim carek ji bihna keç
Jiyana bê evîn pûçe ne hêja ye
Bela pêxwas û birçî bim bi evîna keç
Keç û qîzên cîhanê ez dikim gorî
Tucar nadim bi şêrîn û bi zîna keç
Bese tîrêj te çav û gav li ser danî
Mexabin ku nerazî maye hîna keç.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê