A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Rohniya Finda
150 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Rohniya Finda

Ew reqs û dîlana evîn
Yê serê govenda me ez
Ew şa`irê dewra zemîn
Xob û şekerxwenda me ez

Xerxal û toq û gerdenî
Ew kember û best û benî
Berbisk û rista ber `enî
Zêr bazinê zenda me ez

Ew xeml û xêza renge reng
Kebût ji wê pirça pileng
Fîstan ji modêla fireng
Kofya ser rinda me ez

Gewherfiroş û perwer im
Ez pesindarê dîlber im
şev tariya wek fener im
Rohniya serê finda me ez

Lê ez çi kim ax û eman
Aqlê sivik barê giran
Ez ketme tora esmeran
Jarê guhê gunda me ez

Wê nazikê girt im bi rav
Avêtime paş çayê Qaf
çolek xirab bê nan û av
Bê hemdem û wenda me ez

Wenda kirim wan dêm duran
Gulyên di reşwek ejderan
Tobe ji evîna esmeran
Pir jar û pergenda me ez

Vîn behreke kûr bê ninî
Rengê şeva reş wek tenî
Parêzke xwe jê ez benî
Beyhûde şermenda me ez

Ez pende bêjim bê dirav
Vîn agir e mavêj xwe nav
Paşê tu dê çi av û av
şîretkerê xwenda me ez

Manendê Tîrêj ey merî
Tucar bi ter naçî serî
Pir bûm min rîh kir wek hirî
Hêj kole û benda me ez.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê