A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Rengê Che Guvara
205 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Rengê Che Guvara

Ey gelê kurd, tev bibin yek
Dest bidin hev wek bira
Dahola cengê li darxin
Hûn li meydana şere

Firsetê îro ji dest xwe
Bernedin, dem ya we ye
Ala kesk û sor û zer
Hildin li ser xan û sera

Serxwebûna milletan
Nayê bi sed ax û xwezî
Dest bidin hev merdino
Da hûn nebin şîva gura

Dewleta Baz kurê Dostik
Hûn vejînin, wek berê
Dameya Farqîn bi derxin
Hûn ji destê zorkera

Rengê Guvara li meydanê
Bikin qîr û hewar
Tola bapîra hilînin
Hûn bi şûr û xencera

Ger nekî kar û xebatê
Tu di ber xwe`d ey millet
Tê wisa bindest bimînî
Serxwebûn nayê ji te ra

Dest bide destê hemî
şoreşgêrê dewra cîhan
Guh bide xêzên di Tîrêj
Edî bes a min j`te ra.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê