A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Pirs û Bersiv
198 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Pirs û Bersiv

Seyda: Erê şoxê erê canê
Tu wer dam biçne seyranê
Ji xwe`r carek temaşakin
Li vê govend û dîlanê

Keç: Ezê çibkim ji govenda
Ji dahol û ji sazbenda
Xem û derdê min pir kûrin
Ji rengê gelyê Sîpanê

Seyda: Kul û derd û xema bavê
Were da`m biçine ber avê
Ku dengê bilbilan xweş tê
Di nêv baxê gulîstanê

Keç: Bi şîrê dê, serê bava
Tucar ez naçim ber ava
Dilê herdem bi kul bima
Wê çibke ji bilbilstanê

Seyda:Bi qedrê Mishefa reş kî
Bi roj û hîv û ateş kî
Tu guh med gotinên vala
Were da`m biçne meydanê

Keç: Bi xirq û bendik û Laleş
Bi Zerdeşt û bi arê geş
Bi wî kalê veşartî ez
Tu car naçim wê meydanê

Seyda: Bi wê rewşa xwekî yarê
Min bê par mek ji dîdarê
Biçin havîngeha Sîpanê
Li jora dengiza wanê

Keç: Du çavên reş ezê kil kim
Birû biskan bi avgul kim
Evê xemla Mîtanî dê
Bidim ber misk û rihanê

Seyda: Bi wan peyvan gelek şa bûm
Ji kêfan ez vewesta bûm
çiqas ew roj bi min xweş bû
Wekî cejna Kurdistanê

Keç : Bi hesreta Mem û Zînê
Bi Ferhad û bi şêrînê
Ji van sûndê xwe poşman im
Were dam biçne seyranê

seyda: Ez û yarê li hev hatin
Du dil bi hev me sipartin
Me destê dostiyî da hev
Bi soz û bext û peymanê

Keç: Di rengê te nedî min kes
Me bêdlya te êdî bes
Kum û kolos tucar nadim
Bi taca şahê îranê

Seyda: Bese Tîrêj timî şabî
Ji fikra ser tu vala bî
Felek vêga bi mir dost e
Ji fetl û çerx û dewranê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê