A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Pincarê Bihara
151 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Pincarê Bihara

şoxê de rabe ser xwe bigherin cih û wara
çiyayê Kurdistanê cihê me dost û yara
Bela bête dilê min xweşî û şademanî
Pir xweşe geşt û seyran li zozanê Hekara
Emê ji xwe`r ava kin xanîkî ser du maxan
Li gundê Serçenarkê li navbera du tara
Bi kunc û hem seferne bi cîcerk û bixêrîk
Rêzkin li ber kulînê qafûr û çend kewara
Emê qîma xwe bînin bi nanê garis û dew
Bi meyir û bi nîskê bi danxav û savara
Bi tolik û qinêber kumik û dobelanê
Kereng û sersipîkê bi pincarê behara
Emê herin nêçîra beytik û çikçikana
Li gelî û newala li şikeft û mexara
Emê ji xwe`r bibrêjin goştê teyr û tilûra
Li ser agrê di qurma li ber lat û zinara
Emê li ber xwe deynin du sê nanê tenûrê
Ewî goştê biraştî li bin dara hinara
Bixun bi şademanî firavîna xwe yarê
Evê gera xwe yî xweş jibîr nakin tu cara
Tîrêj temen te tev çû bi va xem û xeyala
Ranabe dil bi lava ji va xew û temara

Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê