A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Pêşmergê Me
443 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Pêşmergê Me

Rabe tifingê hilî, pêşmergê me
Rexta bavê ser wî milî, pêşmergê me

Tu b`şer û ceng û gilî, pêşmergê me
Tola me kurda hilî, pêşmergê me

Bê şer û ceng û xebat, pêşmergê me
Nabî azad ev welat, pêşmergê me

şengaî û Tor û Xelat, pêşmergê me
Pêk ve dixwazin felat, pêşmergê me

Mêrxasî karê te ye, pêşmergê me
Dujmin ne barê te ye, pêşmergê me

Dem dost û yarê te ye, pêşmergê me
Kurdistan warê te ye, pêşmergê me

Ev birc û xanêd me ne, pêşmergê me
Bax ûbistanêd me ne, pêşmergê me

Deşt û zozanêd me ne, pêşmergê me
Koh û Sîpanê me ne, pêşmergê me

Ev dem û dewra te ye, pêşmergê me
Welat li hêvya te ye, pêşmergê me

Gavê me li benda te ye, pêşmergê me
çar û umîda me ye, pêşmergê me

Dara jînê tim şîn e, pêşmergê me
Ava ku tê ser xwîn e, pêşmergê me

Ber xwedin û zanîn e, pêşmergê me
Ne ku sêv û hirmîn e, pêşmergê me

şêr e tu hem ejder î, pêşmergê me
Tu b`xencer û şeşber î, pêşmergê me

Herdem bijî tu ji me re, pêşmergê me
Tîrêj bi te bawer e, pêşmergê me

*www.tirej.info
**Rêzkirina tîpan:
-Mişel Osman(bavê Nisrîn)
-Ibrahîm Ebdî(bavê şêrîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê