A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Perçê Sedef
175 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Perçê Sedef

Delala ber dila Nermîn gulî sorê sipî zendê
Enî rojê birû hîvê te çav şînê şeker xwendê
Dev û lêvên te yî nazik ji rengê xunçeya sorgul
Ez im ew bibilê şadî te can û dil ji mi stendê
Keç û xort têne meydanê buhar û cejn û newroze
çiqa îro dinêrim ez xuya nakî li govendê
Ji ber ku şahî û govend tu carî bê te xweş nabin
Were dîsa tu wê xemlê bidî ber misk û mawerdê
Bi wê bejna zirav carek bi pêlava bi kabik yar
Bi wê kofya hevirmêşî bi bînok û gulabendê
Tu dakev reqs û dîlanê bi te meydan bibî rewşen
Wekî şewqa gelawêjê bi şev ruhnî bidî erdê
Di dil min de nebî hesret ji ava zendeganî ez
Bimûçînim ji kanya dev ji nav lêvên te comerdê
Ku bendê qanûna Mizdik li ser dêman bixwînim ez
Nigar û neqşeyên Manî xuyakin ew ji pişt perdê
Ji ser sîng û berê taze ewê çarê tu bid alî
Li ser da ku bilîzim ez bi dam û kişik û nerdê
Memik wek cewherê taze ji nav perçê sedef derxim
Diyarî bid me pêşmergan li Hekarê û Derbendê
çiqa pesnê te bêjim ez bi dev xamê timî kême
Li textê Kurd û Kurdistan şehînşah û xudawendê
Hinav û gurçikên Tîrêj li ser pêta evînê tev
Bi kevr û hesteyê pola wekî pîşo ji hev jendê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê