A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Perçê Qeşê
252 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Perçê Qeşê

şevke bê perde û poşî hate nik min rûgeşê
şev bixêrek daye min xistim ji hiş wê çav reşê
şev civîna dilgira ye min ji kêfa jêre got
Ma gelo vêga ji meyxanê tu tê ey serxweşê
Da mi bersiv gote na hinga mi xweş bawer dikir
Rahiba dêr û kenîsan tê ji dîwana keşê
Herdû ebrû li mi hildan wek du heyva l` min hilhat
Yek ji hêla Mekehê ya dî ji hêla Laleşê
Leşkerê Hurmiz du êrîş dane ser xakî cîhan
Leşkerê zor Ahrîman revyan di tarîka reşê
Rohnî û tavê seraser daye çar goşê zemîn
Ez li ser çogan diçûm maç û tewafê neb meşê
Bend û hêsîr kirme wa sîng û bera zendên sipî
Ku li ber çav im diyarin her wekî perçê qeşê
Neyneka Eskenderê Romî ziyayê ser derî
Daye xwarê keleha Dara şikand wê şoreşê
Rengê Roksana li ber min maye bê nirx û giraw
Xeml û xêza rengereng lê bûn bela biskên di şê
Ew şeva şadî û xweş Tîrêj tu car nakî ji bîr
Can bi dest û yar li hember dengê nay û cembeşê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê