A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Pê Xweş Im Ez
550 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Pê Xweş Im Ez

Cana ji evîna te, bi êş û nexweşim ez
Ger ku te nebînim, timî bê fikr û hiş im ez
Wê pencerê carek veke, reş perdê hilînî
Dil girtiyê dêmên dû gulî çavê reş im ez

îro di evîna te da, ola xwe me berda
Mizgeft û kinişt pêk ve, ji bo te min bi serda
Va xirqe û bendik min li gerdan xwe vebestin
Wek sofiyê Zerdeşt ku li dergê Laleş im ez

Sawêr û kilîşên te li ber çavêm şev û roj
Nêzîka te bihîşt e û dûra te bi min doj
Umîdam min tu yî îro li dinyayê perîzad
Wek perwane herdem ku li dor mûma geş im ez

Ferhadê evîndar im, belê bo min tu şêrîn
Rengê Memê diljar im, bi xwe îro tu wek Zîn
Maqnedê Xecê ye tu li Sîpanê Xelatê
Lê rengê Siyamend di şevên reş keleş im ez

Derwêş im li dinyê digerim wek har û dînan
Dermanekî peyda kim ji bo derd û birînan
Pêncî salen ji emrê me hemî beyhûde bûrin
Bûm kalê zemana wa bi gopal dimeşim ez

Sûndê dixum ez dîsa bi wê soz û qerarê
Heta neweşin pelê min rê dûrî ji darê
Qet nabime bê hêvî ji wê geşta te cana
Xeşma te seza ye pa çiqasî pê xweş im ez

Ma soz be li min terka te ez nakim tucarî
Heya ku min bavêjine tirba reş û tarî
Ax û kedera Tîrêj ne bes tu li darê dinya
Heta mirinê dê xem û derdan bikêşim ez.
Şîrove
Girizêrî
05-03-2021, 10:27:02
Belê ma ez çewa şiroveyê nanivîsim heyran. Bila şirove kûçikên we bin :) ez dixwazim vê bêjim min ji vê helbestê pir fêhm nekir. Di pirtûka Hayrettîn Ekîncî de pir cuda ye. Gelek peyv ji hevdu cuda ne. Nizanim kîjanê rast e êdî. Orjînala helbestê me bidîta baştir bû. Spas.

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê