A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Paşa û Her Sê Lawên Xwe
136 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Paşa û Her Sê Lawên Xwe

Dibê care hebû, yek mîr û paşa
Xwedî êl û eşîr, û hem jî leşker

Xwedî tac û sera, û şehneşîn bû
Xwedî zêr û dirav û mal û gewher

Ewî sê ku hebûn, lê yek ji wana
Ne gelkî ber bi çav bû, ew dîlawer

Belê herdu kurên din, ber bi çav bûn
Gelek naz û çeleng bûn, hem jî dîder

Bi yê kêm wan dikir, her dem tinazî
Ji destê wan nema, wî xwe dikir der

Ji nişka ve, dibê paşakî dijwar
Dihat ser wan, digel sîpah û leşker

Wî paşayî şer û qewxe, ji wan xwest
Di wê rojê di nav wan de, dibû şer

Dibû qurpînê şeşderban, li hawêr
Xuşîn ket darê darrima, li her der

Belê heyf û mixabin, ew kurêd naz
Ji meydanê revîn, bê ceng û bê şer

Kurê ku kêm qelafet bû, weke şêr
Li meydanê bi dest wî şûr û xencer

Bi mêrxasî dikir, qêrîn li dijmin
Bi gernasî, ji erdê xwe kirin der

Lê paşê hate nêk bavê xwe, ew mêr
Wisa wî gote:Ev gotar ji ezber

Ne ew kes im ji meydanê bibazim
Ku dijmin bidne pey min ew bi şeşber

Ez ew kes im, li meydanê bigazim
Bi mêrxasî digel dijmin bikim şer

Ji ber ku kêm qelafet, û ez kin im
Bihakêm im li nêk bav û birader

Biçûkê kohê dinya, çayê Cûdî
Li nêk Yezdan ji hemyan ew buhatir

Deve jî wa çi girs e, lê mixabin
şev û rojan tu lê siware wek ker

Li mervê kêm qelafet mek tinazî
Tu lê carek temaşake, dema şer

Qelewlaşan didî ber xwe bi dîlî
Wekî şêr û piling û mar û ejder

Di pê gotar xelas kir, daketî xwar
Sipas kir bavê xwe, û ma li hember

Ji nû ve bav helestî, rabû ser xwe
Pîrozî kir kurê xwe, pêşî leşker

Nîşanek daye wîna, yadîgarî
Kirî serdar li ser sîpah seraser

Li we tembî gelî xortê dilovan
Tinazyê xwe mekin yekcar li her mêr

Bizanin ku mêranî ne b`qelafet
Wekî Tîrêj dibêje ey dîlawer

*www.tirej.info
**Rêzkirina tîpan:
-Mişel Osman(bavê Nisrîn)
-Ibrahîm Ebdî(bavê şêrîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê