A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Pale
199 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Pale

Ey pale pale pale palê das û qînaxa
Rabe rahêj dasa xwe here gundê Êlaxa
Berî serma kanûnê qutê zaroka deyne
Ji te`r şerm û fehête gera nav mal û taxa
Ey pale pale pale, palê deşta Barava
Rahij das û qînaxa, roj hatiye delava
Ger ku nekî xebatê tê tim xwas û birçî bî
Ev zêr û mal û dewlet tucar nayên bi lava
Ey pale pale pale palê deşta silîva
Dasa te ya bi xişxişk doxa wê sade zîva
Germa havînê tûje tu xwêdanê vemale
Di meydana xebatê wekî boxê Birîva
Ey pale pale pale lawkê mi palê deştê
Dasê bavê milê xwe qînaxa têx ber piştê
Hoxa te pir dirêje zadê wêna qubale
Genim jî pir bi tofe l`milê palê mi xweş tê
Ey pale pale pale palê berya Mêrdînê
Rabe rahij dasa xwe berî êvara înê
Zarok tazî û birçî bê pêlav û kirasin
Zad hatiye ber dasê ji ber germa havînê
Ey pale pale pale palê deşta Hekarê
Qînaxa têxe avê berî danê êvarê
Dasê tûjke bi heste zend û bendan vemale
Nan nadî zarokê te rûniştina bin darê
Ey pale pale pale palê kevanê kêrê
Rabe rahij dasa xwe here deşta Hewlêrê
Pir bik zêr û derava qûtê zaroka deyne
Wekî Tîrêj dibêje dagir tu xurc û têrê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê