A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Nisêbîn
249 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Nisêbîn

Ji can û dil li te pîroz be ey şehrê Nisêbîn
Digel baqek gulê kesk û zer û sor, ala rengîn

Hela rabe xwe wek bûkan bixemilînî ji nîro
Bela xort û zerî bên reqs û govenda te îro

Ji Kermêt û Cipiltînê ji şe`banê ji Sîtê
Ji Dêrcem û Metîna ji Bêrtê û Meçîtê

Te bughêzin ji kur amê re bûka ser bi xêlî
Bi darê kotek û zorê eger dijmin nehêlî

Ve xortên te gihiştin tev bi hêrs û dilşewat in
Di cengê de li meydanê fidakarê welatin

Wekî Zinar û Salih her wekî Reşo û Zana
Ruhê şêrîn kirin gorî, ewan xort û ciwana

Ji bona serxwebûnê ew ketin rêza şehîda
Di gel karwanê Mezlûm û Kemal û wan egîda

Nisêbîna bi nav û deng cihê box û berana
Li kurdistan tu bû dayka cil û sê pakrawana

Ewa navê teyî sêrîn qelemkêşê negarê
Bi tîpên zêr nivîsandî li ser enya buharê

Di tarîxa welata de gelek koka te kûre
Ji dewra Mîd û Mîtanî de hê bêtir tu dûre

Me wext nîne ku dîroka te bêjim ez di virde
Ji ber ku pir dirêje bengehek asasê kurde

Di çala û di zindanan de girtî bê jimar in
çi ku zindan du qatin hin li jorin hin li xwarin

Heval Hogir tu rabe j`rex Hebîsê tornê malê
Tu çend xortan bidî hevdû ji Zorava ji çalê

Ji Talat û Tinatê hem ji topraxa Letanê
Ji Herbê û ji Golê û ji Qesra Serçexanê

Bi berbangê re bigrin ser Nisêbîn wek pilinga
Derê hebsan bikin perçe bi qûndaxên tifinga

Ewa girtyan bi derxin ta digel we ew bibin yek
Ku êrîşek giran hûn bidne ser qişla Silo beg

Wekî Tîrêj dibê êdî bese ma heq rewaye
Ji me pêve di bin destê neyaran kes nemaye.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê