A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Nîşan û Gerafêt
135 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Nîşan û Gerafêt

Ev sedamê dîn û har
Bê bext û şerm û fehêt
Xwînrêjê gelê Iraq
Neyarê jîna welêt
Piştî cenga îranê
Pey şewata helebçe
Hê têr nebû ji xwînê
Êrîşek daye kuwêt
Bi tank û top û leşker
Bi sarûz û balafir
Ew bajarê wek buhişt
Li wan kir agir û pêt
Eba û desmal û igal
Hemû ketin nav niga
î ku kuştin yê revîn
Dê dergûşa xwe avêt
Nehsed bîrê betrolê
Tev kir dûman û agir
çar hawîrê kuwêtê
Kir lexem û dînemêt
Mal û milk û zîv û zêr
Tev kir yexme û talan
Kavil hiştin xan û man
Dan erdê dîwar û hêt
Lê qet nehat bîra wî
Wek ku ahê vî destî
Ji destê dir namînî
Dewrana dem wisa têt
Inglîz û ferensa
Emerîka lev civîn
Ava serê wî danîn
Li bajarê Wûtirgêt
Bi hezara balafir
Firandibûn ezmana
Ji bajarê kuwêtê
Heya bexda û ferêt
Balafirên ezmana
Qenabilên dinapalm
Wekî tevê teyrokê
Ji her alî ve davêt
Leşkerê jar û reben
Du sed hezar berbat bûn
Sed hezar jî birîndar
Tev dimane şel û şêt
Lê kiribûn terpe toz
Nema riya ber xwe dît
Lê bûn bela mexabin
Ew nîşan û gerafêt
Ev tevde xerc û bêşa
Gelê kurd e te danîn
Li şûn nîşana bidrû
Reş pînakî ji dûbêt
Wekî tîrêj dibêje:
Her bimir bê veger
Ew dem û dewrana çû
Nema bi dest te ve têt.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê